Ev bû sê sal zêdetir ku siyasetmedarên Kurd, wekîl, şaredar, parêzer û rojnamevan bi navê 'doza KCK'ê' li zindanê dîl hatine girtin û têne darizandin.
Sê sal û nîv rûniştinên vê dozê li dadgeha Tirk weke filmê sînemayê derbas dibe. Cend car ez bixwe li wêderê bûme şahîdê vî filmê sinemayê.
Dikarim bibêjim, yanî dema ez li dadgehê bûm û min tamaşe dikir, weke ku ez ne li dadgehekê bim.
Herî dawî ez li Amedê, li dadgeha KCK'ê bûm. Ez gelekî xemgîn bûm, ku min hevalên xwe di rewşekê wisa de ditin. Ev saleke zêdetire ku doza wan berdewam dike û hê jî ne qediyaye.
Pirsgerêka herî mezin parastina bi zimanê dayikê ye.
Li hemû dadgehan heman pirsgerêk dewam dike.
Dirûtiya dewleta Tirk li wê derê eşkere dibe!
Çima Feleknas Uca dikare li Dadgeha Amedê parastina bi zimanê dayikê bike?
Çima siyasetmedarên me nikarin parastina xwe bi zimanê dayikê bikin?
Ji 12'ê Îlonê vê gelek hevalên me li zindanê di grêva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger de ne.
Ez piştgirtin didim hemû çalakvanan. Her wiha bêdengiya Ewropa û ya dewleta Tirk şermezar dikim.
Li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan ya li Îmraliyê û parastina bi zimanê dayikê, bi sedan mirov mirina xwe didin ber çav.
Gelo çima herkes bê deng dimîne?
Çima li hemberî tecrîda li ser birêz Ocalan ya li Îmraliyê herkes bê deng e?
Çima Komisîyona Yekitîya Ewrûpa dibêje tecrîda li Îmraliyê peymana mafên mirovan binpêdike?
Çima ji piştî wê daxûyanî tiştekî naguherîne?
Ez êrîşên li hemberî parêzeran şermezar dikim. Dewleteke ku dibêje ez demokratim û dibêje 'birayên min yên Kurd', lê belê li dadgeha wan bi awayekî faşizane dixebtîne û dijminatîyeke mezin li hemberî 'birayên xwe yên Kurd' dimeşîne.
Kesekî ku bixwaze fîlmekî sinemayê temaşe bike, wê demê bila bice dadgehên doza KCK ê.
Pêşniyara min: Xelata Filmê Hollywood ya 2012'an ya dadgehên doza KCK ê.
Filmê sinemayê li dadgeha Tirkiyê