Serhatiya xwendekarek
Çîroka wê fîlmî derbarê xwendekarekî Kurd ê bi navê Newîd de ye ku piştî bûyerên sala 2009’an li Îranê, ew xwendevan bi sedema çalakiyên siyasî û alîgirtina reformxwazan, ji zanînehê tê derxistin. Newîd evîndarê keçeke xwendevan bi navê Sitare ye û ji bo bigihe Sitare berê xwe dide bazara azad, ew hewl dide ku evîndara axwe bidest bixe. Lê bavê wê keçê Newîd wek kesekî bêkêr, hejar dibîne û razî nabe ku keça xwe bide xortekî Kurd. Ji ber zextên civakî û siyasî rewşa Newîd ya derûnî têk diçe û ligel bavê evîndara xwe şer dike û bavê evîndara xwe dikuje, piştre ew keç tê girtin û li cihekî giştî tê darvekirin.
Li Berlînê jî hat nîşandan
Newîd Mihemed Zade li parêzgeha Îlam a Rohjilatê Kurdsitanê ji dayîk bûye, rola wî ciwanî dileyize û ew wek yek ji baştirîn rolên sînemakaran Ii Îranê tê dîtin, Reza Eteran lîstikvanê mêr ê Îranî piştî wergirtina nasnavê baştirîn lîstikvan, ragihandibû ku divabû Newîd wê xelatê werbigire. Fîlê “Ture nîm” li Festival Berlînê ya Elmaniyayê hate nîşandan û bala bînerên rojavayî bi aliyê xwe de kişand û Newîd Mihemed Zade, Baraba Kewserî û Reza Dormenîşiyan derhênerê fîlîm di wê festivalê de amade bûn.
ÎLAM