Kurtefîlma bi navê “Homosexual” yekem fîlma Hêmin Xofya ye ku bi xwe senaryoya wê nivîsandiye.
Di fîlma 15 deqîqeyî de 3 lîstikvanên kur û 3 yên keç dilîzin.
Xofya hê 21 salî ye û ev 8 sal in ku di warê hunerî de kar dike. Destpêkê bi şanoyê re mijûl bûye û dûvre kurtefîlman bala wî kişandiye.
Çima mijara hevzayendan?
Derhênerê ciwan dibêje sala 2013’an wî projeya fîlmeke li ser hevzayendan çêkir, lêbelê ber bi dawiya 2015’an ve piştî ku lîstikvan dîtin, karî dest bi girtina dîmenên fîlmê bike û meha Sibatê jî film temam kiriye.
Derhêner Xofya bi lêv kir ku tevî ku ne hevzayend e jî wî xwestiye derbarê vê mijarê de fîlmekê çêke û weha pê de çû: “Wekî hunermend karê min nîşandana mijarên tabû ye. Wekî mînak, mijara hevzayendî. Ez bi hunera xwe dixwazim nîşan bidim ku ew jî beşek ji komelgeha me ne. Armanca min ew e di vê mijarê de yasayek bê çêkirin.”
Li Silêmaniyê dîmen girtin
Derhênerê ciwan çîroka ku li Silêmaniyê kirî fîlm weha vegot: “Xortek û keçeke ciwan diçine hotêlekê. Lêbelê hotêl odeyê nade wan. Ew jî diçine cihekî ku li Silêmaniyê baş tê zanîn, bi hev re dibin. Lêbelê dema du kur û du keçên hevzayend tên, odeyê didine wan. Çimkî nizanin ku hevzayend in. Di fîlmê de du xort têne cem melayekî ku mehra wan bibire. Lêbelê mela dibêje, “em ne Xrîstiyan in ku vê mehrê bibirim.”
Ew xort dûvre diçine cem keşeyekî. Keşe jî dibêje nabe. Dûvre diçine dadgehê da ku nasnameya xwe biguherînin. Dema rayedar ji wan dipirsin çima, ew dibêjin ku dixwazin bizewicin. Li ser vê yekê wan dixine girtîgehê. Rêveberiya girtîgehê ji ber ku ew hevzayend in wan dixe odeyên cihê. Ew gênc li pişt dîwaran bi hev re diaxivin û dibêjin “dîwar nikarin bibin asteng.”
Peydekirina lîstîkvanan
Xofya diyar dike ku li ser Facebookê 4 hezar ‘hevalên’ wî hene û hin ji wan hevzayend in. Bi vê rêyê pêşniyaza lîstikvaniyê kiriye. Lêbelê bi şertekî: Fîlm li Başûrê Kurdistanê wê neyê nîşandan. Ligel vê yekê jî Xofya got, fîlm destpêka Îlonê dê li kafeyekê bi beşdariya temaşevanên bijarte wê bê nîşandan.
Xofya dixwaze bi gavekê jî be sînemaya Kurdî bi pêş ve biçe û hinek sînoran bişikîne: “Êdî divê hevmaçkirin û seks di fîlman de hebe. Hevzayend jî beşek in ji civakê. Di fîlmê de rûyê wan dixuyê. Min xwest karê min realîst be.”
Li Elmanya jî hat nîşandan
Fîlmê Xofya heta niha ji 80 bajarên Amerîka û Ewropayê re hatiye şandin. 20´ê Hezîranê li Elmanyayê film hat nîşandan. Her weha Xofya got, 10 hezar dolar ji berîka xwe wekî mesrefên fîlm serf kirine. Ji ber ku fîlm ji bo pesendkirine ji Rêvebiriya Sînemayê ya Silêmaniyê re hatiye şandin, lê wan xwestiye senaryo bê guherandin.
Hojan Kemal ê hevzayend
Lîstikvanê sereke Hojan Kemal (22) beriya 8 salan pêhesiyaye ku hevzayend e û dibêje, bi hevzayendiya xwe şanaz e. Her wiha sê sal bêhtir e lîstikvaniyê dike. Wî derbarê fîlmê de got: “Em dixwazin bi vê fîlmê rûyê girtî yê kesên wekî min ku ji aliyê malbat, yasa û dîn ve zilm li wan tê kirin ji civakê re vekin. Gelek hevzayend ji ber sedemên derûnî xwe dikujin. Nikarin bi xelkê re bijîn, çimkî têne acizkirin.”
Lîstîkvan bi fikar e
Hojan ji niha ve li bertekên ku dê bên difikire û fikarên xwe weha parve dike: “Pêwîst e fîlm li cihekî taybet bê nîşandan, lê divê bi telefonê wêne neyên girtin. Haya malbata min jê nîne û eger fêr bibin ez dê mecbûr ji wan cihê bibim. Ya rastî ji bo kar, jiyana xwe fida dikim.”
Lîstikvan Hojan ji bo parastina mafên hevzayend ango hemwelatiyên LGBT dixwaze yasa bêne çêkirin.
SILÊMANÎ