Film li Hewlêrê di salona sînameyekê de destpê dike. Serdama Baas e, li ser perdeyê filmê ‘Yol’ dilîze. Piştî bîstek leşkerên Saddam bi ser sînemayê ve digirin. Kurê temenbiçûk yê makînîstê sînamayê jî li salonê temaşa film dike, tirs û sawdariya rûdayî wê bandora xwe li ser tevahiya jiyana wî bike. Piştî salên dirêj û ketina Saddam ji Almanyayê vedigere û dixwaze li ser Komkujiya Enfalan ku di sê salan de 180 hezar Kurd hatibûn kuştin, û Başûrê Kurdistanê wêran kiribûn, filmekî bikişîne. 

Di film de babeteke din a girîng jî bikaranîna beşên ji filmê navdar a Yilmaz Guney Yolê ye. Di encama filmê ku derhêneriya wî Şewket Emîn Korkî kiriye de di serê mirov de dîmenên Enfalan, piştî hinde salan jî nemirbûna Yilmaz Guney, astengiyên li pêş sînemaya Kurdî û rewşa jina Kurd a di nav dijwariyê de dimîne.


Rasteqîn û metafor

Filmê ‘Bîranînên Li Ser Kevirî’ Porteqala Zêrîn jî di nav de heta niha ji gelek festîvalan bi xelat vegeriyaye. 

Film wek filmekî xwerû bi nasnameya Kurdî  ye. Ziman, lîstikvan, prodûksuyon û hwd. tev de bi derfetên Kurdan hatine çêkirin. Ev aliyên serkeftî ye ku mirov ji destpêkê ve mafê wî bide.

Film babeta xwe ji Enfalan digire, li gel aliyên rasteqîn gelek çîrok û babetên bi riya metafor û sembolan jî tê de cih digirin.


Bi kurtî naverok

Produktorê Kurd Mehmet Aktaş dixwaze li ser babeta Komkujiya Enfalan filmekî bikişîne. Hussen Husein ku aktorê sereke ye û di film de rista derhêner dilîze piştî gelek zehmetiyan dest bi kişandina filmê dike. Lê babet ne hinde hêsan e. Ji bo film peydakirina lîstikvanan ango lîstikvanên jin ne hêsan e, mêrên Kurd ji bo di film de xuya bikin pir bi dilxwazî xwe didin pêş. Lê ji bo jinan mesele ne wisa ye, jinên dilxwazên hunerê gelek in, lê rewşa civakî û kevneşopiya Kurdistanê li pêş gelek pêşketinan asteng e. 


Rewşa jinê û pergala Başûr

Film li ser vê bingeha rewşa dijwar a jinê geş dibe, li gel wê têkiliyên aborî yên di nav pergala Başûr de jî bi hostatî hatiye veguhestin; kar çawa tê kirin, li Başûr peywendiya di navbera sazî û dezgehên hikûmetê û karsazan de çawa ye? Nas û dostên bûrokrat an jî têkiliyên xal û xwarzîtiyê çi rê dikarin li pêşiya mirovan vekin. Her wisa yek ji aliyê herî serkeftî û dike ku mirov bi kêfxweşî li film temaşe bike jî ew e ku hunermendê ji Bakur û li Başûr serlîstikvaniya film dike. Ev fîgur gelek hunermendên ku paşê li Başûr wek karsaz derketin pêş û dewlend bûn, veduguhêze ser perdeyê. 

Di vê fîgurê de mirov dikare qaşo hunermendên wek Îbrahîm Tatlises, Mahsun Kirmizigûl, Rojînê û gelek ên din ku bi navê hunermendiyê ji derfetên xal û xwarzitiyê sûdê wergirtin û li Başûr karsaziyê kirin jî bibîne. Film li gel ku li Başûr hatiye kişandin û beşeke lêçûnên xwe ji hikûmetê jî girtiye di vî warî de bi wêrekî rexne li pergalê kiriye.


Sinor di nav sinoran de

Xal an jî mijara ku ji me ve serkeftî xuya kir jî rewşa jina Kurd a di nav sinorên hesinî de ye. Her çiqas derhêner Korkî û filmçêker Aktaş gotin ku divê mirov jina bi navê Sinor wek sembola rewşa jina Kurd qebûl neke jî, rewşa jinê ya li Kurdistanê ji dinê ve baş xuya dike; bi sergirtin û rûpoşan em nikarin rastiya xwe veguherînin, huner di vî warî de berpirsyar e, film jî bi awayekî serkeftî ev babet bi kar aniye. Sinor ji bo bikare di film de bilîze neçar dimîne bi mêrekî re bizewice ku hîç hez jê nake. Bi ya min, divê ev ji aliyê berpirsên film ve vekirî bê parastin, divê ev di hunera Kurdî de beşeke sereke be. Nexwe guherînên pêwist dê çawa pêk werin?

Di film de li gel Hussen Hussein Nazmî Kirik jî dilîze. Bêguman Kirik êdî di sînemaya Kurdî de xwedî cihekî ye û rengekî çê dide hunerê.


Gotina Dawî

Prodûktor Mehmet Aktaş nêzî bîst salan e hewl dide xewna sînemaya Kurdî veguherîne rastiyê. Pir dixebite, di nav keftûleftê de lingek li Ewropa, yek li Bakur, Şingalê û li Kobanê ye...Aktaş li ser pirsa gelo ev film çawa li Festîvala Antalya xelata Porteqala Zêrîn girt jî wiha wiha got: “Xelata me ji aliyê jûriyên biyanî ve hat dayîn, nexwe ne gengaz bû filmek bi vî rengî ji Tirkên spî xelateke wiha bigire û wiha dawî li axaftina xwe anî: Projeyên me yên li ser komkujiya Şingalê û yên Kobanê hebûn, hin ji wan li ber qedandinê ne, lê vaye Bakurê welatê me jî, Cizîr, Amed û gelek deverên din jî kirin Şingal û Kobanê. Ev jî barê me girantir û riya me jî dirêjtir dike.  “  


Film: Bîranînên Li Ser Kevirî

(Memories on stone)

Senaryo: Mehmet Aktaş, Ş. Amîn Korkî

Derhêner: Ş. Amîn Korkî

Lîstikvan: Nazmî Kirik, Suat Usta, Hussein Hassan, Shima Molaei

Prodûksuyon: MÎTOSfilm



YEKO ARDIL