Greva birçîbûnê ku muxalifê Sûriyeyî Fîras Qesas ji bo diyarkirina rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan dabû destpêkirin, di roja 17’an de didome.

Serokê Partiya Nûjen a Demokratîk a Sûriyê, Fîras Qesas di roja 15’ê Cotmehê de bi armanca diyarkirina rewşa Ocalan dest bi greva birçîbûnê kir.

Di dema ketibû greva birçîbûnê de Fîras Qesas beşdarî xwepêşandana li ber konsolosxaneya Tirkiyê ya li Paytexta Elmanya Berlînê ji bo diyarkirina rewşa Ocalan bû. Di xwepêşandanê de jî bi Erebî axivî û bal kişand ser fikr û felsefeya Ocalan a ji bo demokrasiya li Rojhilata Navîn.

Fîras Qesas ê ku ev 16 roj in di greva birçîbûnê de ye got, di van rojan de wî 7 kîlo li xwe kêm kiriye û zexta xwîna wî jî kêm bûye. Qesas da zanîn ku wî 2 caran serdana bijîşkan kiriye û rewşa wî niha baş e.

Qesas, da zanîn ku ji bo çalakiya xwe li ber avahiya konsolosxaneya Tirk li dar bixe ji polîsên Elman doza ruxsetê kiriye û destnîşan kir ku hîna bersiva wî nehatiye dayîn.

Qesas,destnîşan kir ku di dema çalakiya xwe de wî serdana çalakiyên Ereban li Elmanya kiriye û di wan çalakiyan de fikr û felsefeya Ocalan şîrove kiriye û li wir jî ji wan xwestiye ku hemû welatiyên Ereb piştgiriyê bidin Ocalan.

Serokê Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê, Fîras Qesas di dawiya axaftina xwe de jî got, heta jê were ew ê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bidomîne.


CÎHAN ROJ/ANHA