SOZDAR KARA/XERÎB MAHÎR

ROJNEWS/MEXMÛR

Firoşgeha Weqfa Jinên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) berhemên bi destê jinên ciwan tên amadekirin, peşkêş dike.

Jinên ciwan yên Mexmûr bi berhemên xwe reng didin jiyanê, her wiha aboriya xwe bi keda destê xwe diafirînin. Firoşgeha ji aliyê Weqfa Jinên Mexmûrê ve hatiye vekirin, rê daye ku berhemên destê jinan tê de bê nîşakirin. Qezenca wê jî li jinên nexweş û yên pêwistiya wan pê heyî tê belavkirin. Jina ciwan ya bi navê Bihar Sîdar jî bi karê firotina berhemên jinan ve mijûl dibe.

Bihar a ku li firoşgeha girêdayî Weqfa Jinên Mexmûrê dixebite, girîngiya keda destê jinên ciwan wiha anî ziman: “Me ev firoşgeh bi sedema berhemên jinan neyên winda kirin, daye avakirin.”

Bihar da zanîn ku ew hunerê destê jinên ciwan digirin, li fiorşgehê peşkêş dikin û dahata tê jî didin jinên pêdiviya wan pê heye: “Berhemên tên firotin yên weke bazin, kefî, tûrikên bi destê dayikan çêkirî. Firoşgeh ji aliyê gel ve rastî elaqeyeke zêde tê. Ji derve jî miştêrî tên ji gel me tiştan dikirrin. Firoşgeha me ya jinan, bala mêvanên ji derve jî dikişine. Her wiha berhemên ji firoşgiha me dibin derve jî.”

Bihar got, ew şanaz in ku berhemên destê jinên ciwan digirin û li firoşhega xwe difiroşin, jinên ciwan dikarin bi karên wiha jî debara xwe bikin.