Berî her tiştî, her kes navê wan rojnamevanan bibîne, helbet “derveyê hinekan ji wan” ku hêvîdar im bi xwesteka xwe neçûbin wir, yên din demeke dirêj e ku ne tenê dijberiya tevgera azadixwaziya Bakûrê Kurdistanê dikin, lê ji bo siyasetên Erdogan û AKP´ê li herêmê Kurdistanê pir cidî dixebitin. Lewma jî zêde tiştekî ecêb nîne ku Davutoglu û rayedarên AKP´ê ev kes vexwendine. Li gorî zanyariyên min, ew vexwendin ji alî petro-medya û petro-qeleman bûye.
Pir jî li ser medyayên azad û rojnamevanên derweyî PDK´ê israr kirine, lê kesek ji wan amade nebuye ku di demeke wiha de vexwendineke wisa bipejirîne. Bêguman hevdîtin bi rayedarên dewletên din re girîng e, lê ne di demeke wiha de ku 10 kes şehîd û 15 kes brîndar bi destê dewleta mêvandar bi komî hatibin kuştin. Di heman demê de jî dewleta kujer înkar bike û wan weke “terrorist” bi nav bike. Belê, hîna jî Erdogan wisa difikire ku wan “terrorist” kuştine û ne mirovên sivîl. Ew rojnamevan li beramber ALÎ MEQAM ti cesareta wan nîne. Jixwe ew kes ji roja destpêka xebatên xwe di saziyên xwe de, bi xwesteka Siltan xebitîne. Lewma jî çûna wan ti guhertinê li ser rewşê nake. Niha jî em serpehatiyeke şaîrê mezin Qanî’ mêze biken...
Emê bi serhatiyeke Qanî bibêjin, dûvre jî em ê li ser niştimanperweriya Qanî hûr bibin û her wiha bizanin ka çawa hinek kesan welatê xwe firotine. Di dîwana Qanî de, di beşa "çend serpêhatîyên şaîr" de, di rûpela 33´yan de dema mirov dixwîne, dixwaze ku li hember helbestvan, rewşenbîr û şoreşgerê Kurd Qanî serê xwe bitewînê û rêzê jê re bigre.
Sala 1963´yan rejîma Şah a Îranê bi alîkariya axayên gundê Seyf li herêma Merîwanê, Qanî digirin û dibin girtîgeha Qecer li Tehranê. Kurê Qanî “Wirya, ku bavê Nivîskar û lêkoler ´Merîwan Wirya Qanî´ ye, di gel wî dibe. Rojekê bi hevdu re di nava girtîgehê de digerin, û wê rojê jî daweta kurê Şah li dar e, pakêtek şêranî didin hemû girtiyan, lê Qanî´yê Mezin red dike. Rayedarê girtîgehê hêrs dibe û dibêje, "Ev diyariya Şah e û ji her tiştê şîrîntir e." Qanî dibêje, "Çi qasî ku ji bo te şîrîn e, ew qasî jî ji bo min tehl e."
Qanî di wir de dîmenê nivîskar, rewşenbîr, rojnamevan, xwendevan û melayekî rastîn nîşan dide. Wî nedikarî şîranîya kesekî bixwe ku hemwelatî, hevziman û hevalbendên wî diperçiqîne. Belê pir normal e ku rojnamevanên wan serdana serok û berpirsên dewletên din bikin, lê gelo li ti dera cîhanê tiştek wisa çê bûye ku mexdûr bi xwe biçe ber deriyê celadê xwe û li derew û heqaretên wan guhdarî bikin? Li ku dera cîhanê tiştekî wisa heye ku mexdûr bi rezîlî bo mala celadê xwe were vexwendin, û celad jî tevî dilhişkiya xwe bike serwerî û şîrînî bo wan. Gelo kê destûr daye wan ku li ser navê rojnamevaniyê li ser xwîna gelê me guftûgo bikin?
Di adeta Kurdan de jî heye ku hertim sûcdar diçe mala mexdûr. Heta, eger sûcdar axayê deverekê jî be, dema ku sûcekî dike, ji bo aştiyê diçe mala mexdûr. Eger Davutoglu biçûya herêma Kurdistanê, pir normal bû, bila hemû biçûna û guftûgo bikirana, lê bi serdana 26 rojnamevanên Kurd, kuştin û bombebarankirina gundên Herêma Kurdistanê rewa kirin.
Kemal ÇOMANÎ