
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê daxuyaniya hevpar a ku şandeya Îmraliyê û hikûmeta AKP’ê der barê pevajoya çareseriyê de ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, daxuyaniyek weşand. KCK’ê got, “Beyana niyetê ya Rêber Apo, ku diyar kir, eger li ser deh xalên di pêşnûmaya muzakereyê de lihevkirin pêk were, kongreyeke nû ya ji bo dest berdana ji têkoşîna çekdarî, dikare bicive, ev gaveke dîrokî ye. Li pêşberî şerê çil salan, li ber çav girtina vê bangê û bicihanîna wê, berpirsyariyên mezin datîne ser milê hikûmetê. Bi beyaneke bi vî rengî ya niyetê re bingeh û firsendeke girîng ji hikûmet û dewletê re tê dayîn ji bo demokratîkbûyîn, çareseriya pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê. Êdî ji bo demokratîkbûyîn û çareseriya pirsgirêka Kurd, ti hêncet û astengî li pêşiya gavavêtinê nemaye. Gelê me û hemû derdorên hestiyar, bi vê beyana vînê li bendê ne ku hikûmet û dewlet gavê biavêje. Eger ev daxuyanî girîng be - ku hikûmet bi hefteyan li benda daxuyaniyeke bi vî rengî bû - hingî divê hikûmet bi gavên şênber ên bingehîn û gavên siyasî yên cidî bersivê bide. Xemsarî û helwesta bêberpirsyarî ya di sala 2013’an de li pêşberî vekişîna gerîla hat nîşandan, divê bi ti awayî rû nede. Rêber Apo li gorî berpirsyariya xwe ya li pêşberî gelên me, careke din firsenda çareseriya siyasî daye dewleta AKP’ê. Divê hikûmet vê carê berpirsyariya xwe ya li pêşberî gelên me bi awayekî cidî bicih bîne. Gelên me li benda vê ne. Ji bo tercîha şer û pevçûnê bi temamî ji holê rabe, ev pêwîst e. Tevgera Azadiyê ya Kurd heta roja îro kîjan gav pêwîst bû, avêtiye. Her gava ji niha û pê ve biavêje, bi helwesta AKP’ê ya li pêşberî pêvajoya nû û gavên biavêje ve girêdayî ye.”
KCK’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku divê heyetên muzakereyê werin avakirin, muzakere destpê bike û ji bo heyeta şopandinê vê pêvajoyê bişopîne xebatên pêwîst, bêyî derengmayînê werin destpêkirin.
Pêşnûmaya muzakereya demokratîk
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê got, “Rêber Apo, piştî hevdîtina bi rayedarên dewletê û heyeta HDP’ê ya li Îmraliyê re, ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê, çareseriya pirsgirêka Kurd û çareseriya pirsgirêkên demokratîkbûyînê yên bingehîn xwestiye, bi beşdariya heyeta HDP’ê û rayedarên hikûmetê, daxuyaniyeke hevpar a dîrokî were dayîn. Li ser vê bingehê, daxuyaniyeke ku bingeha siyasî ya demokratîkbûyîna Tirkiyeyê xurt dike, hatiye dayîn.”
KCK’ê diyar kir ku hewldanên çareseriya siyasî û demokratîk ên 20 salan ên Rêberê Gelê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newroza 2013’an de ketiye qonaxeke nû û got, “Rêberê Gelê Kurd dît ku ji ber polîtîkayên AKP’ê yên agirbestê bê wate dikin ev pêvajo xetimiye, eger ev rewşa xetimandî ji holê neyê rakirin dibe ku ji nû ve pêvajoya şerekî dijwar dest pê bike, lewma di Mijdara sala 2014’an de pêşnûmeya muzakereyê ya demokratÎk amade kir û hem pêşkêşî dewletê hem jî pêşkêşî Tevgera me kiriye.”
‘Firsendeke mezin û şensekî nû’
Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi vî rengî dewam kir:
“Ev deh xalên di pêşnûmeya muzakereyê de hatin destnîşankirin, wê di 15’ê Sibata 2015’an de bihata muzakerekirin û biencamkirin, piştî temambûna qonaxa yekemîn wê Rêber Apo li Meclîsê banga dest berdana ji têkoşîna çekdarî ya li hemberî Tirkiyeyê bikira. Bi vî rengî, piştî pêkhatina qonaxa duyemîn wê PKK´ê kongreya xwe bicivanda û biryar bida ku dem hatiye dest ji têkoşîna çekdarî berde.
Tevgera me di platformên rêxistinî yên pêwendîdar de pêşnûmeya muzakereyê ya Rêber Apo nirxand û biryar da ku bi temamî destek bike û berpirsyarî û xebatên vê nexşerêyê bicih bîne. Ev yek ji raya giştî re aşkera kir. Lê belê Hikûmeta AKP’ê careke din serî li taktîka mijûlkirinê da, ti gavên nexşeya rê neavêt, xwe nêzî muzakereyê nekir, teqwîm ji naverokê dûr xist û pêvajo careke din xetimand. Rêber Apo, li pêşberî vê rewşê, ji bo hewldanên çareseriya demokratîk û fedekariyên hatine kirin pûç nebin û ji bo rewşa xetimandî ji holê rake, ket nav hewldaneke nû. Daxuyaniya dawî ya heyeta HDP’ê û rayedarên AKP’ê bi hev re li pêşberî raya giştî ya demokratÎk dayî, şensekî nû û firsendeke mezin e ku Rêber Apo li ser navê gelê me, gelên me û tevgera me pêşkêşî dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê kiriye. Em vê daxuyaniya dawî, weke qonaxeke krîtîk û nû ya hewldanên çareseriya demokratîk a bi pêşengiya Rêber Apo tê meşandin dibînin û destnîşan dikin ku eger Hikûmet berpirsyariyên xwe bicih bîne, em ê jî berpirsyariyên xwe bicih bînin.”
‘Divê muzakere tavilê bên destpêkirin’
Hevserokatiyê di biwara muzakerazan de jî got, "Di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de eger qonaxeke girîng bi dest ketibe, divê heyetên muzakereyê werin avakirin, muzakere destpê bike û ji bo heyeta şopandinê vê pêvajoyê bişopîne xebatên pêwîst, bêyî derengmayînê werin destpêkirin.
Samîmiyet û pêkanînên hikûmetê wê vê yekê re xuya bike. Eger piştî daxuyaniya hat dayîn hikûmet gavan neavêje û nexîne pratîkê, hingî divê pêkanînên yek alî ji Tevgera Azadiyê ya Kurd neyê hêvîkirin, ji ber ku ev bendewarî wê ne siyasî, ne exlaqî, ne jî mafdar be. Li şûna cesaretdayîna pêkanîn û gavên Tevgera Azadiyê ya Kurd biavêje, eger hikûmet di mejî û ûslûbê xwe yê berê de israr bike, bi helwesteke nefsbilind fermanan bide, wê pirsgirêkên dîrokî çareser nebe.
Serenavên muzakereyê ku naverok û esasê daxuyaniya dîrokî ye, ne tenê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, di serî de pirsgirêka Elewiyan ji bo çareseriya hemû pirsgirêkên civatên bindest û li derve hatine hiştin e. Ev daxuyanî tê wateya kûrbûna azadî û demokrasiyê, hestyariya dewletê li demokrasiyê û derxistina vîna demokratîk a tevahiya civakê. Pirsgirêka jinê û pirsgirêkên ekolojîk jî, ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê pirsgirêkên sereke yên divê werin çareserkirin e. Çareseriya pirsgirêkên ji ber neheqiya hatineyan û talankirinê, ji serenavên bingehîn ên demokratîkbûyînê ye. Lewma tevlîkirina hemû beşên etnîk, bawerî û civakî li pêvajoyê, yek ji ferzên ruhê daxuyaniya hatiye dayîn e."
NAVENDA NÛÇEYAN