
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyekê piştgirî da hevdîtinên li ku Îmraliyê di navbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dewleta Tirk de dest pê kirin.
KNK’ê diyar kir ku vê dema ku hêzên herêmê li ser hevsengiyên nû têne rûnandin, hevdîtina li Îmraliyê ya bi Ocalan re weke gaveke erênî bi nav kir û wiha got: “Tê zanîn ku di çarçoveyeke demokratîk de, çareseriya pirsgirêka Kurd û aştiyeke mayînde, daxwaza gelê Kurd e. Ya Tevgera Azadiya Kurd e, ya birêz Abdullah Ocalan û ya me ye jî. Lewma em hevdîtina li Îmralî gaveke erênî dibînin û desteke didin. Tevgera Azadiyê û beşeke mezin ya gelê Kurd, ji destpêkê û heta weke îro, birêz Ocalan weke îradeya xwe û muxatabê çareseriya pirsgirêka Kurd dibîne û qebûl dike.”
Gavên berbiçav pêwîst in
KNK’ê di berdewam daxuyaniya xwe de bal kişand ser girîngiya pêvajoyê û diyar kir ku divê daxwazên gelê Kurd li ber çavan werin girtin. KNK destnîşan kir ku ev gav erênî ne lê belê ji bo çareseriyek mayînde divê gavên berbiçav werin avêtin û ev pêşniyar kirin: “Em weke KNK’ê, helwesta dewleta Tirk ya çûna Îmralî û hevdîtina bi birêz Ocalan re, weke pêkanîna daxwaza gelê Kurd dipejirînin. Lê bes nabînin û têra baweriya gelê Kurd jî nake. Ji ber ku daxwaza gelê Kurd ya azadkirina Ocalan û di şexsê Ocalan de serbestberdana hemû girtiyên siyasî yên kurd heye. Her wiha li Îmralî, di rewşa girtî û di nav çar dîwaran de ji van hevdîtinan encameke ku tê xwestin nikare were bidestxistin. Ji bo vê yekê jî pêwîst e tendurîstî û ewlekariya birêz Ocalan were mîsogerkirin û birêz Ocalan bikare serbest tevbigere. Encex bi vî rengî ji hevdîtinan encamek baş bê girtin.”
Pêvajoyeke girîng e
KNK’ê destnîşan kir ku bêguman pêvajoyên aştî û çareseriyê dijwar in û gelek davik û kemînên metirsyar jî di nava xwe de di radigire û wiha pê de çû: “Lewma, di vê pêvajoya dîrokî de, ku hêzên herêmê li ser tewazinên nû têne rûnandin, ev gavavêtina Tirkiyeyê dîrokî ye. Ev gav, çi erênî, çi neyînî wê di dahatuya Komara Tirkiyeyê de roleke mezin bilîze. 40 salên tekoşîna azadiyê û 29 salên şerê dijwar, di giyanê gelê Kurd de birînên kûr û xedar vekirin. Ji bo dermankirina van birînan bar dikevê ser milê dewleta Tirkiyeyê."
Vê firsendê heba nekin
KNK di daxuyaniya xwe de bang li li dewleta Tirkiyeyê kir ku di hevdîtinan de ji dil tevbigere û ev firsenda dîrokî baş bikarbîne. Di daxuyaniyê de weha hat gotin: "Em bang dikin ku dewleta Tirk di hevdîtinên bi Birêz Ocalan re dilsoz tevbigere. Ji şerê psîkolojîk bêhtir, zimanê çêker û erênî bikar bîne. Divê baş zanibe ku gelê Kurd yekpare ye, bi sazî û dezgehên xwe ve, li çar parçeyên Kurdistanê, li derveyî welat bi yek giyanî tevdigere. Bi yek ziman û yek dengî, îradeya xwe jî Îmralî destnîşan kiriye û dike. Gelê Kurd, ev helwesta xwe ya yekparetî û hişmendiya têgihiştî ku derfetan nema dide lîstik, dek û dolaban jî îspat kiriye.”
KNK’ê dewleta Tirk û desthilatiya AKP’ê jî bi van gotinan hişyar kir: “Firsendeke dîrokî derketiye holê, divê ev firsend neyê windakirin. Pêwiste dewleta Tirkiyeyê bi aql-i selîm tevbigere û rojekê berî rojekê, hevdîtinên li Îmralî veguhêze muzakereyan. Di vê diyalogê de jî, pêwiste şertên aktorê sereke yê aştî û çareseriya pirsgirêka Kurd, Birêz Ocalan ku berî niha destnîşan kiribûn bêkemasî bi cih bîne."
KNK her weha bang li hemû partî, hêz, dezgeh û sazîyên Kurdistanî jî kir ku vê pêvajoyê ji nêz ve bişopînin, hestyar bin û ji bo daxwazên gelê kurd yê aştî û çareseriyê pêk were piştgiriyeke xurt bidin.
BRUKSEL
Turk: Em bi hêvî ne
Di civîna koma BDP'ê ya li meclîsê de Hevserokê Giştî yê KCD'ê Ahmet Turk, diyar kir ku daxwazên li Îmraliyê dewletê naxe zorê.
Piştî ku Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk û Parlamentera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat li Îmraliyê hevdîtin kirin, BDP'e civîna koma xwe pêk anî. Piştî civîna BDP'ê ya li meclîsê ku hevdîtina li Îmraliyê ya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hate nirxandin Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk daxuyanî da. Turk, diyar kir ku daxwazên li Îmraliyê dewletê naxe nava zorê û anî ziman ku ew ji pêvajoyê bi hevî ne.
Cîgirê Serokê Koma BDP'ê Îdris Baluken jî anî ziman ku BDP dixwaze ev qanala hevdîtinê tim vekirî be.