Di axaftinên li civînê de hat bibîrxistin, ku civata Êzîdî di serî de li Şengalê rojane rastî êrîşên dijwar tên û hat destnîşankirin, ku li gel hemû êrîşan jî Êzîdî û tevahiya gelê Kurd ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa têkoşîneke bêhempa dimeşînin.
Di vê çarçoveyê de hemû beşdarên civînê, Meclîsa Damezrîner a Êzîdiyên li Şengalê pîroz û silav kirin û diyar kirin ku xwedîderketina li Şengalê xwedîderketina li tevahiya Êzîdiyan e.
Der barê rêxistinbûyîna dema nû ya civaka Êzîdî de jî axaftvanan bal kişandin ser rê û rêbazên nû yên bi sîstema Navendên Civaka Demokratîk re ketiye meriyetê û hat gotin, "Bi vî rengî tê xwestin, ji aliyekî ve hêza sazî û rêxistinên me bibin yek, li aliyê din jî li her deverê xwebirêxistinkirin zêde bibe. Weke civata Êzîdî jî em di heman çarçoveyê de xebatên xwe dewam dikin."
Rêveberiya meclîsê
Li dû axaftinan, rê û rêbazên ji nû ve birêxistina Meclîsa Şaxê OWL ya FKÊ hat nirxandin û Meclîsek 31 kesan û 6 komîsyonên jin, ciwan, oldar, aştî, çand û têkiliyên derve hatin hilbijartin. Di hilbijartina hat kirin de ji bo Hevserokatiya Meclîsa FKÊ Şaxê OWL Îzet Yalçin û Guzîde Demîr hatin hilbijartin.
Mehmûd Alkiş û Zero Ozden weke Cîgirên Hevserokan û Keleş Kiwexî jî weke Sekreterê Giştî hat hilbijartin.
Li gorî biryarên hatin stendin; berdevkê komîsyonan bi vî rengî ne: Komîsyona Jinan: Zero Ozden, Komîsyona Ciwanan: Dîwan Yalçin, Komîsyona Oldaran: Ekrem Denîz (Peşmamê Êzîdiyan), Komîsyona Aştiyê: Xelef Kiwexî, Komîsyona Çandê: Medenî Sansar, Komîsyona Têkiliyên Derve: Celal Onen, Kasadar: Zerîf Akman.
ANF/BIELEFELD