Fanzîna fotografiyê “flashhilat”, di hejmara xwe ya 9’an de bi navê “flashava” derket. Edîtorî ji bo hejmara 9’an a bi navê “flashava” dibêje, “Em bi bakur, başûr, rojhilat û rojavayê xwe hene. Fanzîna me ya ji fotografIyê dinizile jî di hejmara 9’an de navê xwe ‘flashhilat’ê diguherîne û dike ‘flashava’.”
Fanzîna fotografîyê, flashhilat, hejmara 9’an ji bo piştgirîya Rojavayê Kurdistanê bi navê ‘’flashava’’ derxist. Fanzîna ku bi edîtoriya Omer Farûk Baran derdikeve ji bo “flashava” dibêje, “Em bi bakur, başûr, rojhilat û rojavayê xwe hene. Loma, fanzîna me ya ji fotografiyê dinizile, di hejmara nehan de navê xwe ‘flashhilat’ê diguherîne û dike ‘flashava’; sed silav û serketin li neteweya me ya li vê hêlê û li wê hêlê.”
Sînorên redkirinê
Di hejmara fanzînê ya bi navê “flashava”yê de; Esra Gultekin bi otoportreyên bi navê “Sînorên Redkirinê” balê dibe ser kifşkirina rû, por û bedenê; Ciwanmerd Kulek bi nivîsa xwe ya ‘Fotraf û Bîr II’ îşaret bi ferqa di navbera fotografiya dîjîtal û matbû dike; Şêxo Filîk hin hevokên Italo Calvino û Yavuz Ekinci bi bîr dixe û bi fotografekî ku Evîn Filîkê girtiye bi navê ‘Berojkê Kolajê’ çê dike; Muşerref Gonul Açar, bi ‘Şemamok, Bûn An Jî Nebûn’ê li dû şopa toza rêwîtîyeke li Îranê dikeve; Birûsk Aryan bi ‘Rûniştina li Ser Derencekan’, ‘ji Zênebê re malavayîyek’ê dişîne; Filiz Sutpak bi fotografekî kûçikekî behsa ‘parêzvanî’yê dike û di berga paşî ya fanzînê de bi navê ‘Nexşeya Nebûnê’, fotografekî Rêkaş Qaso heye.
AMED