Komploya 15ʼê Sibatê ya di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de li gelê Kurd hatî kirin û tecrîd li Elmanyayê bi meşên dirêj hat protestokirin. Meşa sê rojan a li Eyaleta Nidersachsen li ber parlementa Hannoverê bi mîtîngekê bi dawî bû. Meşa du rojan a li Berlînê jî bi dawî bû.
Li Hannoverê di mîtînga li ber parlementa Hannoverê de Kurdistaniyan xwest tecrîd bi dawî bibe. Helwesta dewleta Elman li hemberî Rêber Abdullah Ocalan hat rexnekirin. Hevserokê KON-MEDê Tahir Koçer jî axivî û xwest tecrîd bi dawî bibe.
Polîsan tim û tim mudaxeleyî çalakgeran kir. Pankarta çalakgeran ji bo Ocalan rakiribûn polîs du rojan desteser kir. Di roja dawî ya çalakiyê de polîsan bi sedema slogana “bijî Serok Apo” gotin çar kes kirin binçavan.
Di çalakiya li Berlînê de jî Kurdistanî tevî rewşa hewayê ya nexweş û bandora psîkolojîk a polîsan du rojan meşiyan û sloganên xwe ji bo Rêber Abdullah Ocalan gotin. Di roja dawî ya çalakiyê de Nûjiyan Gunay weke hevseroka Civaka Kurdistaniyên Azad ên Berlînî axivî û got, Berlînê eşq û hezkirina me ya bê dawî ji bo Rêbertiyê dîtin. Ji ber ku azadiya Rêber Apo di heman demê de azadiya me ye.
HANNOVER/BERLÎN