Bi wêneyekî mezin ku li piştê alayên Elmanya û DYE´yê xuya dikin, di rûpelên 38 û 39 ên kovara nûçeyan a heftane a Elman Focusê de behsa Dilşad Barzanî hat kirin ku xwe weke nûnerê Kurdan li Elmanyayê dide nasîn, lê nûnerê PDKʼê û fermî yê Herêma Kurdistanê ye li Elmanyayê. Di vê hejmara xwe ya 5´an a 2020´an de Focusê pêşî behsa wê yekê kir ka Dilşad Barzanî çawa dizanê di nava civaka bilind de rabe û rûne, û nexasim çi qasî xweş xwe nêzî partiya desthilatê CDU´yê dike. Kovar piştre balê dibe ser lêpirsînên ji ber gendeliyê yên li Iraqê û behsa du qezayên ecêb û “perdeya sirrê li ser wan” dike. Nivîskarê meqaleyê Alexander-Georg Rackow e û meqaleya wî bi navê “Hevalê Tirsnak” derçûye. Dozger û rayedarên gendeliyê li Kurdistanê lê dikolin, yan di qezayên trafîkê de mirine, weke Izzet Cafer (Adara 2019´an wefat dike), yan jî birîndar û bê tesîr bûne, weke rayedarê pilebilind ê îstîxbarata Iraqê Feysel D. (4´ê Adara 2019´an qeza dike).

Gelo suîqast li dijî Makî Amedî hatiye organîzekirin

Piştî ku kovar pirsa “ma ev hemû ji xwe re li hev hatine” dike, balê dibe ser kirinên din ên ku dikevin stûyê Dilşad Barzanî û derdora wî ya li Elmanyayê. Kovar dide zanîn ku bi salan e, Polîsê li dijî Sûc ê Eyaletê (LKA) li derdora PDK´ê lêpirsînan dike.

Bûyera pêşî ku vê lêpirsînê pê dest pê kiriye heta bi 16´ê Îlona 2016´an diçe. Hingê muxbirekî ji bo Polîsê Swêdê kar dike, li ser planên êrişeke li dijî “muxalifekî” li Berlînê dimîne yê bi navê Makî Amedî agahiyan dide. Makî Amedî li gorî Focusê endamê Tevgera Gorran e. Berê di ser înternetê re bi sixêf û xeberên xirab êrişî wî hatiye kirin, lê agahiyên vê carê behsa tiştekî nû dikirin: “Vê carê, li gorî muxbirê ji Swêdê, kesên ji derdora Barzaniyan yan jî PDKʼê fermana êrişekê dane.”

Focus dibêje, vî muxbirî gotiye, bi rêya navbeynkarekî li Holandayê -Focus ji ber sedemên ewlekariyê navê wî eşkere nake- PDK (yan jî Barzanî) kesekî Sirbistanî kirê kiriye ji bo êrişa li dijî Makî Amedî.

Polîsê Swêdê bi ser “lîsteyeke dijminên PDKʼê” ve bûye û yek ji navên di lîsteyê de jî Makî Amedî bûye. Axir ew navbeynkarê li Holandayê Dilşad Barzanî ji nêz ve nas dike, heta wêneyên wî pê re hene û li ser wêne mirov parêzvanên ji LKA´yê yên Dilşad Barzanî diparêzin jî dibîne. Lê gava polîs ji polîsên parêzeriya Dilşad barzanî kirî, dipirse ka kengî wêne hatiye girtin, ew dibêjin, nayê bîra wan.

Bi serekê CDUʼyê re foto girtiye

Di vê meseleyê de rola kesekî, bi navê Focusê guherandî, Karim B. jî heye. Wî sala 2016ʼan hewl daye navnîşana şexsî ya Makî Amedî fêr bibe. Karim B. gelekî nêzî malbata Barzaniyan e û di nava rêxistina ciwanan a PDKʼê de jî çalak e. Lê ew nêzî CDUʼyê ye jî, li ser hesabê wî yê Facebookê resmekî wî bi Sekreterê Giştî yê CDUʼyê Paul Ziemiak re heye.

Îlona 2018ʼan bi rastî jî êrişek çêbû. Komeke ji heşt kesan êrişî du kesan kir, û yek ji wan Makî Amedî bû. Polîs karî dest werde êrişê û li cihê bûyerê kesek bigire. Ha ev kes jî Karim B. bû. Heta roja îro jî lêpirsînên di vê dozê de hîna bi dawî nebûne. Muxalifan ji Focusê re gotiye, têkiliyên baş ên Barzaniyan bi “saziya ewlekariyê” re sedema vê ye.

Hevkariya bi Barzaniyan re eşkere bikin

Pisporê siyaseta hundir ê partiya lîberal FDPʼê li Parlamena Federal a Elman Marcel Luthe ji Focusê re gotiye, bila CDU û rayedarên “ewlekariyê” eşkere bikin ka hevkariya bi Barzaniyan re çawa ye.

Piştî weşandina nûçeyê Dilşad Barzanî bi rêya parêzerên xwe daxuyaniyek da, nûçe weke kampanyayeke qirêjkirina navê xwe bi nav kir, û got, “Ez ê li ber xwe bidim.” Parêzerên Dilşad Barzanî dibêjin, di nûçeya Focusê de gelek agahiyên şaş hene û ew kesê li Berlînê lêdan xwariye jî gunehbar dikin.

 

BERLÎN