Rexne li Emerîkayê kirin
Gotara yekem a forumê ji aliyê wezîrê xwendina bilind a Iraqê Elî Edîb ve hat pêşkêşkirin û tê de bal kişande ser pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de. Elî Edîb xwest ji bo sînordarkirina pirsgirêkan hewldan bêne kirin. Werokwezîrê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di axaftina xwe de qala pêkanîna kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kir û got: ‘’Em kar ji bo bihêzkirina hikûmeteke koalîsyonê dikin daku bi hevre kar bikin.’‘ Barzanî wiha axifî: ‘‘Gelo berjewendiyên Îran û Tirkiyê çine û dikarin çi rolekî di asayîşa navçeyê de bibînin. Aliyên din jî hene ku nîgeran in ku rolekî wan ê zêdetir di milmilaneya navçeyê de hebe. Di meseleya siyaseta niha ya Amerîkayê de jî derket ku polîtîkaya wê berevajiya îdareya berê ye û pişta xwe bi enerjiya Rojhilata Navîn girênade û wek berê tu girîngiyê bi Rojhilata Navîn nade.’‘
Davutoglu welatê xwe jibirkir
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu mîna ku li welatê xwe mafên 20 milyon Kurdan nas dike û kirinên li dijî Kurdan ji nedîtî ve hat û çend gotinan ji metna nivîskî ya soranî xwend û mîna ku bi Kurdî axivî be nîşan da. Davutoglu behsa polîtîkayîn Tirkiyê yên li ser herêmê kir. Rektorê Zanîngeha Amerîkî ya Silêmaniyê Doon Diesel jî derbarê hevdîtinê de ragehand ku erkê Zanîngeha Amerîkî ya Silêmaniyê xizmetkirina welat û herêmê ye bi rêya fikra hişyarî û berpirs û got: ‘’Herwiha pêşwazîkirin li hejmareke zêde ya zana û kesayetiyan dibe bûyerek di tarîxa zanîngehê de ku ji bîr neçe.’‘
SILÊMANÎ