Mîhrîcana Govend û Mûzîka Kurdistanê ya ku li Ewrûpayê mezintirîn mîhrîcana çand û hunera Kurdî ye, dawiya hefteya bihurî li Frankfurtê pêk hat. Komên govend û mûzîkê li ber rawestgeha mezin a trênan a Frankfurtê civiyan û bi cil û bergên Kurdî û bi erbaneyan hatin cihê ku mîhrîcan lê hat lidarxistin.     

Mîhrîcanê du rojan dewam kir, di roja xwe ya yekemîn de mazûvaniya komên mûzîkê kir. Di destpêka mîhrêcanê de şehîdên çand û hunerê hatin bibîranîn û nûnerê TEV-ÇAND´ê Hozan Seyitxan axivî û diyar kir ku heta ku Tevgera Azadiyê hebe têkoşîna çand û hûnerê jî wê hebe.

Her weha Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Frankfurtê jî di mîhrcanê de peyivî û got ew wekî Kurdên li Frankfurtê bi mazûvantiya mîhrîcanê şanaz û kêfxweş in.   

Di roja duyemîn de jî 28 komên govendê bi cil û bergên xwe yên rengîn govendên herêmên cihêreng ên Kurdistanê nîşan dan.


Komên xelatgir

Di dawiya nîşandana govendê de komên serketî hatin aşkerekirin û xelatkirin. Di beşa mûzîkê de koma Rengê Nû ya ku ji Hambûrgê tevlî mîhrîcanê bûbû, bû yekemîn; Koma Silava ya ji Den Haagê tevlî bûbû, bû duyemîn; û Koma Awazên Kobanê ya ku ji bajarê Awusturya Lînzê tevlî bûbû, bû sêyemîn. Her wiha Koma Laleş ya ku ji bajarê Elmanya Celle tevlî bûbû xelata lêkolînê wergirt. 

Di beşa govendê jî Koma Şiyar a ku govendên herêma Erziromê nîşan dan û ji bajarê Elmanyayê Salzgitter tevlî bûbû, bû yekemîn. Koma Beroj ya govenda herêma Agirî gerand û ji paytexta Fransayê Parîsê hatibû, bû duyemîn û Koma Evîna Welat ya govenda herêma Agirî gerand û ji bajarê Elmanyayê Hamburgê tevlî bûbû jî bû sêyemîn. 


 FRANKFURT