Frankfûrt got: Ji Ocalan re azadî
Li bajarê Elmanya Frankfûrtê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş û mîtîngek hate lidarxistin.
Meş ji aliyê Meclîsa Gel a Kurd ya Frankfûrtê ve hate organîzekirin û bi sedan kes beşdarî meşê bûn. Meş li pêşiya gara trenê ya Frankfûrtê dest pê kir. Di meşê de pankarta ‘Ji Kurditanê re statu, ji Ocalan re azadî ‘ û ‘Erdogan li Kurdistanê komkujiyan dike’ hatin vekirin.
Di meşê de wêneyên Ocalan hatin hildan û meş heta qada Hauptwache dom kir. Di mîtîngê de qisekeran daxwaza rakirina tecrîda li ser Ocalan kirin û li dijî bêdengiya sazî û hikûmetên Ewrûpa nerazîbûn nîşan dan. FRANKFÛRT