
Hilbijêrên Fransayê, 18’ê Hezîranê roja Yekşemê, ji bo tûra duyemîn a hilbijartinên giştî yên parlemanê çûn ser sindoqan. Di encama hilbijartinê de Tevgera Meşa Komargeran a Emmanûel Macron a lîberal, ku di hilbijartinên Serokkomariyê de bi ser ketibû, di hilbijartinên giştî de jî bi ser ket. Bi vê serketinê re partiya Macron li meclîsê pirraniya mutleq bi dest xist.
Hilbijartina dawiya hefteya bihurtî, ji aliyê encaman ve bû hilbijartineke dîrokî ya Fransayê. Ji ber ku ji sedî 75´ê meclîsê nû bû. Ev jî tê wateya rekorekê. Xemsariya ji bo hilbijartinê di rêjeya ji sedî 56.3 de bû. Ev jî tê wateya rekoreke nû di Komara Pêncemîn de.
Di encama hilbijartinê de Partiya Sosyalîst û Komargerên rastgir, ku du partiyên kevneşop in, derbeke giran xwarin û têk çûn.
Li gorî encamên hilbijartinê, Tevgera Komarger a Macron û tifaqa wî Modem a rastgir, li meclîsa ji 577 kursiyan, 350 kursî bi dest xistin. 308 ji van ên partiya Macron, 42 jî yên Modemê ne. Li gorî texmînên piştî tûra yekemîn a 11’ê Hezîranê hatin kirin, dihat payin ku Macron zêdeyî 400 wekîlan bi dest bixe.
Di rewşa heyî de Macron li Meclîsê xwedî pirraniya mutleq e. Reformên ku tê payîn rê li ber nîqaşan vekin, wê karibin ji aliyê vê pêkhateya meclîsê ve bên erêkirin.
Mixalefeta sereke jî kete destê rastgiran
Li Meclîsê, mixalefeta sereke jî kete destê rastgiran. Partiyên rastgir Komarger, UNI û rastgirên din 137 kursî bi dest xistin. Ev eniya rastgir a bi hev re tevdigere, berê xwedî 199 kursiyan bû.
Partiya Sosyalîs derbeyek giran xwar
Partiya Sosyalîst bi rêjeya ji sedî 5.38, 29 kursî û Partiya Çep a Radîkal jî 3 kursî bidest xistin. Bi vî awayî kursiyên çep a hikumetê ji 302’an daket 40’î. Sekreterê asta yekemîn ê Partiya Sosyalîst Jean-Chrîstophe Cambadêlîs ji wezîfeya xwe îstifa kir.
Eniya Neteweyî, ku partiya tundraw a nijadperest e, 8 wekîl şandin meclîsê. Lê belê negihîşt hejmara ku karibe komekê li meclîsê ava bike.
Melenchon komê ava dike
Li eniya çep a radîkal, Tevgera Fransa ya Serî Natewîne ya Jean Luc Melenchon, ku di hilbijartinên serokkomariyê de gaveke girîng avêtibû, dengekî zêde bi dest nexistibe jî, hejmara ku karibe li meclîsê komekê ava bike, bi dest xist. Melenchon 17 kursî wergirtin. Partiya Komunîst jî li xwe zêde kir û 10 kursî bi dest xistin.
Rengê jinê zêde bû
Encameke din a giring a vê hilbijartinê jî rêjeya jinan e. Ji bo meclîsê 353 mêr hatin hilbijartin. Hejmara wekîlên jin jî gihîşt 223´yan. Di hilbijartinên beriya niha de 155 jin ji bo parlamenê hatibûn hilbijartin.
NAVENDA NÛÇEYAN