Di 38’emîn Pêşengeha Pirtûkan a TUYAP´ê ya Stenbolê de herî zêde pirtûkên gramera Kurdî û yên xwendin û nivîsandinê elaqe dîtin.
Pêşangehê heta 10’ê Mijdarê berdewam kir. Di pêşengehê de di nava weşanxaneyên Kurdî de ji weşanên Kurdî herî zêde pirtûkên nivîsandin û xwendinê, û yên gramera Kurdî rastî elaqeya xwîneran hatin. Kovar kurdî (kurmancî-kirmancki) ya xêzeromanê “Zirîng” jî ji bo xwîneran balkêş bû û jixwe gelek xwîneran herdu hejmarên vê kovarê kirrîn. Ji weşanên Weşanxaneya Ar’ê herî zede pirtûka nivîskar Mevlut Aykoç a “Xwendin û nivîsandina Kurdî”, “Asoyê Dînan”, “Ferheng a Kurdî û Tirki” elaqe dîtin. Ji Weşenxaneya Sîtavê pirtûka Mehmet Oncu ya “Pêkenokên Gelêri” û “Serhatî û Serpêhatiye Kurdan”, “Şihîna Hespên Azad” û “Dersên Edebiyata Kurdî”, Ji weşanên Aramê gelek pirtûk û kovar, ji weşanên Kurdî pirtûka Cewad Marwanî ya “Stranên Rîtmîk ên Radyoya Erîvanê”, kitêba Mahmut Yamalak a bi navê “Tarîderya” û kurdiya pirtûka Hevserokê HDP’ê yê berê Selahahattin Demirtaş “Seher”ê ji wan kitîban bûn ku xwînerên Kurdî berê xwe da wan. Dîsa ji weşanên Hîva, pirtûka “Zimanê Me”, “Mîro” û “Rengîn” ji weşanên Perî ya Nezahat Baybaşin a “Pêlav” rastî elaqeyê hatin.
STENBOL