Her sal di 20’ê Tîrmehê de bi armanca bîranîna têkoşer Hisên Şawîş (Herekol) Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê pêşangeha pirtûkan li dar dixe. 3’mîn pêşangeha pirtûkan a Herekol bi belav kirina xelatan li hola Zana ya bajarê Qamişloyê bi dawî bû.
Xelat ji aliyê Komîteya Amadekar ya pêşangehê Sarya Mihemed, Rewda Hesen û Neîma Mûrad ve hatin dayîn. Xelata destpêkê radestî dayika Herekol hat kirin. Her wiha xelat dan pirtûkxaneya Amara ya Herêma Cizîrê û nivîskarê biçûk yê bi temenê xwe 14 salî Xelîl Mûsa yê ji Efrînê. Piştî xelatan pêşangeh bi gerandina govendê bi dawî bû.
Amedekariya pêşangehê 2 mehan dewam kir û 43 sazî û pirtûkxane bi pirtûkên xwe beşdarî pêşangehê bûn. Hêjmara pirtûkan îsal gihaşt 12 hezarî. Her wiha 8 hezar û 500 pirtûk jî bi sernavên cûda di pêşangehê de cihê xwe girtin. Ji Başûr û Bakurê Kurdistanê, ji Efrîn, Şehba, Kobanê, Tebqa û Şamê gelek mêvan bêşdarî pêşangehê bûn.
ANHA / QAMIŞLO