Fuara Pirtûkan a Frankfurtê ya Navneteweyî îsal cara 69´an li dar dikeve. Ji 106 welatan 7150 saziyên weşangeriyê wê cihê xwe û dezgehên xwe di fuarê de bigirin. Di fuarê de wê bal bê kişandin ser rewş û zexta li ser azadiya xweîfadekirinê û ramanê û rewşa rojnamevanên di girtîgehê de wê derkeve pêş.

Di fuarê de navên weke Margaret Atwood, Dan Brown û Nicholas Sparks jî dibin mêvan.

Fuara ku wê 11´ê Çiriya Pêşîn (sibe) dest pê bike, çav li rê ye îsal 280 hezar mêvanan bihewîne. Ji bo şopandina fuarê 13 hezar rojnamevanî serî li organîzatoran daye.



Welatê mêvan îsal Fransa ye

Fuar îsal ji ber êrîşên muhtemel wê di bin tedbîrên dijwartir de bi rê ve biçe. Ji ber ku mêvanên îsal Fransa û welatên fransî-ziman in, ji van welatan wê bi sedan nivîskarên mêvan di fuarê de hebin. Herçî Tirkiye ye wê bi weşanxaneyên yekser ser bi AKP´ê ve tevlî fuarê bibe. Nivîskar û rojnamevanên doz li wan hatî vekirî yan jî ceza xwarî jî wê li fuarê bibin mêvan. Yek ji wan Aslı Erdogan e ku heta beriya demeke kurt derketina wê ya derveyî Tirkiyeyê qedexe bû. Hevjînên rojnamevanên li Tirkiyeyê girtî Ahmet Şik û Deniz Yucel jî ji mêvanên fuarê ne.


Pêşangeha pirtûkên qedexe

Damezrênerê Weşanên Belge Ragip Zarokolu pêşangeha pirtûkên qedexekirî amade kiriye û di vê pêşangehê de pirtûkên li Tirkiyeyê ji damezrandina komarê ve hatine qedexekirin, cihê xwe digirin. 

Li kêleka fuarê, çalakiyên fuara pirtûkan a alternatîf jî wê li Frankfurtê hebin. Bi van çalakiyan metakirina xwendinê û veguherandina fuarê ya çalakiyeke bi temamî tîcarî tê rexnekirin, pê re jî derfet ji bo weşanxane û nivîskarên li derveyî vê çerxê tê avakirin. 


NAVENDA NÛÇEYAN