Li Stenbolê 35´emîn Fuara Pirtûkan di 12´ê Mijdarê de destpê kir û bi dawî bû. Pêşangeha ku bi mijara “Felsefe û Mirov” hat lidarxistin, heta 20´ê Mijdarê dewam kir. Li gorî zanyariyên saziya TUYAP´ê ya ku fuar birêve bir îsal li derdora 800 weşanxane beşdar dibin. Îsal Elmanya weke ‘Welatê Rûmetê’ hat hilbijartin û li ser wêjeya Elmanî bername birêve çûn. Weşanxaneyên Aram, Ava, Avesta, Nûbihar, Peywend û Rûpel weke weşanxaneyên Kurdî beşdarî li fuarê kirin.

Xwedî û edîtorên weşanxaneyên Kurdî fuara îsal nirxandin. Weşanxaneyên Kurdî bi giştî balê dikişînin ser rewşa siyasî ya Kurd û bi giştî Tirkiye di nav de derbas dibe. Hin ji wan diyar dikin ku ew li bendê bûn atmosfera siyasî bandoreke neyênî li ser fuarê bike û rewş xirabtir be, lê digel vê rewşê jî, fuar baş derbas bûye. Li gorî hin weşanxaneyan jî bandoreke neyênî ya rojeva siyasetê li ser fuarê çêbûye û ji ber wê jî fuar gelekî xirab derbas bûye. 

Avesta: Digel şert û mercên siyasî baş bû

Xwediyê Weşanxaneya Avestayê Abdullah Keskin diyar kir ku beriya fuar dest pê bike, ji ber şert û mercên siyasî, ew li bende bûn îsal pirr xirabtir be. Keskin der heqa rêveçûna fuarê de got, “Me wek berê haziriyek pirr cidî nekiribû û ev atmosfera şer û pevçûn, problemên ku derdikevin, operasyon û tiştên din em difikirîn ku wê tesîreke gelekî xirab li fuarê bike. Lê bi her awayî me dixwest li vir bin, wek her carê. Ji tişta ku em lê difikirîn bi gelekî baştir bû.” Her wiha Keskin behsa wî tiştî dike ku salên bihurî ji ber gotinên Kurd, Kurdistan ên li ser pirtûkan rastî nerazîbûnê dihatin û eşkere dike ku îsal tiştekî bi vî awayî çênebûye. 

Aram: Ji ber hebûna weşaxaneyên Kurdî gel kêfxweş dibe

Yek ji weşanxaneyên Kurdî yên beşdarî fuarê bûyî jî Aram e. Aram jî îsal bi 5 pirtûkên nû beşdarî fuarê bû ku yek ji wan bi Kurdî ye. Berpirsê Aramê Serhat Aktan ji ber beşdariya weşanxaneyên Kurdî ya fuarê, kêfxweşiya xwe anî ziman û got, dema gelê wan li fuarê weşanxaneyên Kurdî dibîne,  kêfxweş dibe. 

Rûpel: Eleqe sal bi sal kêmtir dibe

Weşanxaneya Rûpelê di bazara weşangeriyê de nû ye. Ji Weşanxaneyê Nedim Baran diyar dike ku rojên pêşî yên fuarê gelekî xirab bûn. Vê jî bi pêvajoya siyasî ve girê dide û dibêje ku ji ber vê rewşê elaqedarî kêm bû. Baran tenê ji bo du rojên dawî kêfxweşiya xwe tîne ziman û eşkere dike ku wan ji bo fuarê du pirtûk çap kirine. Baran her wiha destnîşan dike ku her diçe hejmara weşanxaneyên Kurdî ên ku beşdar dibin jî kêmtir dibe û rewşê wiha dinirxîne: “Bi sedan weşanxaneyên Kurdî hene, îsal 6 heb weşanxane beşdar bûn. Sala me ya sêyemîn e, em beşdar dibin, her diçe kêmtir dibe.”

Nûbihar: Xwendevan bixwazin pirsgirêka çapkirinê nîne

Yek ji kevintirîn weşanxaneyên Kurdî Nûbihar jî ji rewşa heyî nerazî ye. Nûbiharê gelek pirtûkên nû ji bo fuarê amade kiribûn ku li ser dîroka Kurdan, li ser wêjeyê û du heb jî li ser Melayê Cizîrî bûn. Edîtorê weşanxaneyê Yûnis Dilkoçer dibêje ku “Rexbet tune ye. Pêrar û par jî baş bû, lê îsal rexbet tune ye. Kitêbên me yên gelekî hêja derketin. Li ser dîroka Kurdan, edebiyatê, çîrok hene, helbest hene. Herwiha du kitêbên hêja li ser Melayê Cizîrî derketin. Kitêb hene. Ji aliyê kitêban ve pirsgirêk tine ye. Heke ku xwendevan bixwazin pirsgirêk tine ne.”

Peywend: ‘Yeka Tirkî qasî hemûyan çû’ 

 Xwediyê Weşanxaneya Peywendê Dawud Rêbiwar ji hêleke din ve li mijarê dinêre. Rebiwar diyar dike ku îsal bi giştî zêde zêde elaqe heye ji bo fuarê û behsa çavdêriya xwe ya derbarê beşdariya xwendevanên Kurd dike: “Lê hejmara Kurdên ku tên kêm xuya dike. Ji ber ku îro weke heşir neşir bû, lê bi taybetî Kurd kêm bûn îro. Kurdî li gorî asta Kurdan a mezin a polîtîk, li gorî rewşa ewqasî mezin, rêjeya pirtûkên Kurdî, firotina wan, wekî zimanekî bê xwedî ye. Mirov bawer nake zimanek heye 20 milyon ên xwedî heman nasnameyê hene. Di vî halî de ye.” 

‘Yeka Tirkî qasî hemûyan çû’ 

Dawud Rebiwar di vê mijarê de van tiştan li ser gotinên xwe zêde dike: “Kîtabeke ku di salekê de zêdetirî hezarî firotibe muhtemelen hebe jî yek, didu ne. Lê ti kitêba di salekê de 2 hezar, 3 hezar nusxeyan bifroşe, bi Kurdî nîne. Ew jî xuya dike esas bipêşketin zêde nîne. Mirov di fuarê de jî dibîne. Li ser masa me yeke Tirkî heye, 35 libên Kurdî hene. Yeka Tirkî bi qasî hemûyan çû. Helbet populerbûna nivîskar an jî mijara wê heye, lê di dawiya dawî de xwendevanê Kurdî wisa kifş e, mirov êdî hemûyan nas dike. wisa bûye.” 

Ava: Bandora rewşa siyasî hebû 

Xwediyê Weşanxaneya Avayê, Ronî War jî diyar dike ku ji ber rewşa siyasî ya heyî elaqe îsal zêde zêde kêm bûye.


FERID DEMIREL / SPÛTNÎK KURDISTAN