Dewleta Tirk li aliyekê bi balafirên şer êrişê başûrê Kurdistanê dike, li aliyekê ji Sûriyeyê re dibêje ‘êdî sebra me nema”, li aliyê din jî êdî ji bo avakirina sîstema parastinê ya fuzeyan a li Tirkiyeyê demek pir kurt ma. Tirkiyeyê bi awayeke rêgezî di civîna NATO’yê ya li Lîzbonê de avakirina mertalê fuzeyan a li Tirkiyeyê erê kiribû. Her wiha ji bo mertalê fuzeyan di navbera Enqere û Washingtonê de peyman jî pêk hat.
Pêdagiriya Tirkiyeyê ya ji bo cihgirtina di sîstema fermandeya ji aliyê Washingtonê ve hate qebûlkirin. Her wiha tê diyarkirin ku wê fuzeyên Patriot ên DYA’yê jî li cihek din ê ji mertalên fuzeyan dûr were bicihkirin. Heta niha nayê zanîn ka wê ev sîstem çi û kûderê biparêze. Tê gotin ku Enqere naxwaze Îsraîl derbarê agahiyên sîstema fuzeyan de were agahdarkirin.
Hat diyarkirin ku lihevkirina herdu welatan di dema serdana Wezîra Derve ya DYA’yê Hillary Clinton de pêk hatiye.
Her çendî Enqere li xwe mûkûr nehatibe û negotibe “Mertalên Fuzeyan li dijî fuzeyên ku wê ji Îranê werin be” lê rayedarên Rojavayî dibêjin ku ev pergala Mertalên Fuzeyan wê welatên NATO û mutefîkên wê ji fuzeyên Îranê biparêzin. Pêdivî pê tê dîtin ku sê rader li Tirkiyeyê deynin.
ANF/ENQERE