
Ev peykerê hanê British Museum a li üpaytexta Ingilistanê Londonê tê pêşandan. Li gorî texmînan temênê wê qederê 13 heyar salan e.
Li ser diranên mamûtekî du gakovî hatine verotin ku di avê de soberiyê dikin, yek li dûv ya din. Figura li pêş mê ye û bêhtir bi kitebit hatiye verotin, hem bedena wê û hem jî şaxên wê piçûktir in. Herçî figura li dûv e, ew nêr e, laşê wê û şaxên wê mezintir in. Guh û çavên wî jî bi îhtîmam hatine teswîrkirin, lê bedena wî ne weke fîgura mê ya li pêş e. Zeniya herdu heywanan hildayî ye, şaxên wan bi pişta wan ve dewisî ye û simên wan ê pêş hildayî ne. Ev hilberîneke mirovên nêçîrvan ên Ewrûpî yên kevin e û li nêzî komuna Fransî Montastrucê hatiye dîtin.
LONDON