Çêkerê dokûmanterê Reşît Canturk da xuyakirin ku wan beriya 10 mehan dest bi xebatên dokûmanterê kiriye û cih dane vegotinên şahidên hovîtiya li Licê. Canturk diyar kir ku wan bi şahidên ji Licê ji neçarî koçî Îzmîr, Enqere û Stenbolê kirine re hevdîtin kirine û cih dane vegotinên wan. Canturk got, “Dema Lice hat şewitandin, ferdên malbata min jî jiyana xwe ji dest dan. Diviyabû hovîtiya wê rojê hat jiyîn bi şêweyekî bihata belgekirin û nehata jibîrkirin. Me jî ji aliyê xwe ve, ji bo bûyer neyê jibîrkirin û deynê welatiyên bûyer jiyan û jiyana xwe ji dest dan bidin, me biryar dan dokûmantera ‘Hawara Licê’ çê bikin.”

Canturk ragihand ku dokûmantera “Hawara Licê” şahidî ji demekê re dike û got, “Bûyer di 22’ê Cotmeha sala 1993’an de bi kuştina Tûggeneral Bahtiyar Aydin destpê kir. Dûre jî di 4’ê Tebaxa 1994’an de êrîşên PKK’ê weke bahane nîşan dan û li Licê mirov li nava malên xwe hatin şewitandin.” Canturk diyar kir ku di nava kesên di wê demê de jiyana xwe ji dest dane jin û zarok jî hene. Galaya dokûmantera “Hawara Licê” ku bi derhêneriya Veysî Polat re ji aliyê Reşît Canturk hat çêkirin, dê di 15’ê Kanûnê de li Liluz Otel a Amedê bê kirin.

DÎHA/AMED