Li bajarê Elmanyayê Siegburgê, li galeriyekê berhemên peykerzasiyê yên 11 hunermendên Kurd hatin pêşandan.

Beriya wê li baxçeyê karsazê Kurd Yûsiv Elo  hunermendên ji çar parçeyên Kurdistanê dihatin cem hev û di warê teknîkên hev de xwe serwext dikirin. Wan bi hev re kar kir û ji hev fêr bûn. Berhemên wan jî di dawiya dawî de tecrûbeyên wan ên mişextbûnên cihê îfade dikin.

Niha berhem dîsa bi desteka Yûsif Elo, li galeriyeke li Siegburgê hatin pêşandan.

25´ê Tebaxê di merasîma vekirina pêşangehê de gelek Kurd û Elman, kesên dildarê hunerî hazir bûn.

Berhemên li vir hatin pêşandan ji bronz, mermer û darê hatibûn verotin. Peykeran fîgurên heywanan û mirovan nîşan dida; çendek jî karên mucered bûn.

Yusif Elo ku yek ji organîzatorên pêşangehê ye, got, armanc ew bû ye ku platformekê bidin hunermendên Kurd da ku xwe îfade bikin û hunermendên din jî nas bikin.

Teknîk û hunermendên cihê

Niyaz Beyati yek ji wan 11 hunermendan e ku bi berhemên xwe beşdarî vê pêşangehê bûye. Wî ji bronzê peykerên hespan çêkirine. Li ser teknîka xwe ew dibêje, "Ez nexasim bronzê bi kar tînim ji bo çêkirina berhemên xwe. Lê teknîka ez bi kar tînim, ne agir e, li çûna wê ez elektrîkê bi kar tînim."

Hunermendekî din jî ku berhemên wî li galeriyê tên pêşandan, Salih Nemir e. Wî 6 berhemên xwe yên di pêşangehê de bi teknîkên cihê çêkirine: "Sisê jê ji bronzê ne, yek darî ye, û herduyên mayî jî ji kevir û mermer in."

n SIEGBURG