Edebiyat, bes yek kilam e. Wêjeya mirovahiyê, bi yek zimanî tê nivîsîn. Mijara wêjeyê, li ser hemû dunyayê yek mijar e. Di dîrokê de jî heman tişt, ango ji dîrokê vir ve, ji hozanê Yewnaniyan Homeros vir ve, wêje xwedî yek mijarê ye û li dor wê mijarê dizivire, tevdigere; ew mijar jî însan bi xwe ye. Ew Însan dunyayî ye, ango ji dunyayê ye, li dunyayê ji dayik bûye, li dunyayê jiyaye û çûye ser dilovaniya xwe. Ax û av ji siyasetê bêhay in. Ji netewe û li banga şerên berjewendiyê guhên wan girtî ne. Ne tenê şer û berjewendî, ji her şêwaza derînsanetiyê dûr in. 

Lewma em dikarin bibêjin helbestvana Sumeriyan Enheduanna şaîra me, Homeros hozanê me bûn jî... Sokrates ramangereke dunyayî, Eflatûn jî Sokrates jî heman wisa bûn... Her kesê dîrokzan, li dîrokê wisa dinihêre, li gorî wan William Shakespeare ji bo me hemûyan nivîsiye, Dostoyevskî li ser hêstên me hemûyan wek bi awayekî zanyar lêkoliya, Jean Genet êşa me hemûyan anî ziman, Melayê Cizirî bêytên ku di dil û hişmendî ya hemû însanan de hişmendiya xwe şixuland, ked da, lê hûr bû... Zerduşt her wisa, Bûdha, Dawid, Mûsa, Îsa û Muhemed her wisa bûn. Her yekî ji bo “Însanî” nivîsî, vegot, qêriya, banga xwe gihand me, dengên xwe gihandin me, fikrên xwe bi me re parve kirin. Dengvedanên berê heta muzîkjenên îroyî jî her wisa ne. Bob Marlêyê ku di stranên xwe de êşên Afrîqiyan dianî ziman, ew deng di heman demê de li çiyayê Cûdî jî tev li bayê dibû, lê gîtara wî li Îranê sentûr e, li Kurdistanê tembûr, li Meksîkayê û li Amerikayê Başûr fîq e. Rîtmên wî li Kurdistanê piçek diweste, car caran hê bihêz dibe, lê hêstên, fikren ku di nav wan kilaman de dihejin di dilê me hemûyan de lê didin, dilerizînin û ji me hemûyan re hin tiştan dibêjin. 

Di qada nivîskariyê de, nêzikahî û sekn, ango sekna nivîskaran, bêhtir xwedî girîngî ye. Ji ber ku nivîs, rasterast bi nêrîn, şêwaz, têgihîştinê gavek e, nivîs bi qarakter û kesayetîyê jî bar e. Çîrokeke însanetiyê heye, sekneke însanetiyê heye, ew çîrok rastgotinê dixwaze, ev sekn divê sekneke rast be. Ji ber wê, hin nivîskar hene ku xwedî qabîliyet in, ango nivîskarên marûf in, ew marûfbûna xwe ji qabîliyetên xwe yê xwezayî re dengdar in, lê sekna wan li himberî desthilatdariyê cûrbicûr e. 

Wek mînak, li qonaxên desthilatdaran de bi hezaran “hunermend”, “civaknas”, “wêjevan” hene, ev kes bi rastî jî biqabîliyet in, di warê teknîkî de jî têgihîştî ne, lê wan kesan bi tu awayî gotineke “Însanetiyê” negotiye. Ne ji bo “Însan” in gotinên wan. Di wê qonaxê de gotine, xwarine, vexwarine, di demên xwe de marûf jî bûne, lê wek “Însan” ne “yê me” ne. 

Êdî em gotinên xwe bînin ser armanca xwe, Eduardo Galeyano, ku ji Amerikaya Başûr bû, beriya bi çend rojan çû ser dilovaniya xwe... Wek roman, wek ceribandin hemû pirtûkên wî jî jixwe bi çend zimanên dunyayî hatin weşandin, li ser hişmendî û têgihîştina min jî bandora Galeyano gelek mezin e. Lê tenê bi nivîsekî îmkan nîn e ku însan xaleke nekêm veke li ser Galeyano. Çi ku Galeyano nivîskarek mirovahiyê, gotûbêjgerek dunyayî, ango wêjevanekî me hemûyan bû. Nizanim niha bi zimanê Kurdî pirtûkên Galeyayo hene yan nînin lê, heke nebin, divê li gor derfetan çend pirtûkên wî jî werin wergerandinî Kurdî. Ne aniha, lê ezê jî li gor derfetên xwe hewl bidim... Ji bo şoreşa Kurdistanê, ji bo xurtkirina vê şoreşê û ji bo gelê Kurd xizmeteke bi vî hawî gelek muhîm e li gorî min...