Berdevkê Fermî yê Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (QSD) Mîralayî Telal Silo got  ku şervanên Xezeba Firatê 50 km nêzî Reqqayê bûne. Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê doh jî sê gund li bakur rojavayê  Reqqayê rizgar kirin. Heta niha d zêdeyî 20 gund, bi dehan gundik û girên stratejîk ji çeteyan hatin paqijkirin. 

Qonaxa duyemîn a Pêngava Xezeba Firatê, di 10’ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê de li gundê Şabdax ê bajarokê Silûkê yê Girê Spî bi civîneke çapemeniyê hatibû ragihandin.

Berdevkê Fermî yê QSD‘ê Mîralayî Telal Silo ragihand  ku şervanên Xezeba Firatê 50 km nêzî Reqqayê bûne.

Silo da zanîn ku di navbera wan û bajarê Reqqayê de ji aliyê rojava ve, tenê 50 km mane û wiha axivî: “Çeteyên DAIŞ‘ê li hember pêşveçûnên şervanên me hinasên dawî distînin.”

Her wiha Telal Silo da zanîn ku armanca wan sereke rizgarkirina sivîlan e, û ku hêzên wan ji bo rizgarkirina sivîlan ji hovîtiya çeteyên DAIŞ′ê, kerîdorên bi ewle vekirine.

Di pêngava Reqayê de sivîl azad dibin

Di nava 7 rojên destpêkê yên qonaxa duyemîn a pêngavê de zêdeyî 20 gund, bi dehan gundik û girên stratejîk ji çeteyan hatin paqijkirin. Bi dehan çete hatin kuştin û 3 jî dîl hatin girtin Yek ji van dîlgirtiyan tevî malbata xwe radestî şervanan bû. 

Ji bo zerar li sivîlan nebin, şervan bi hesasiyeteke mezin tevdigerin. Gelek ji mayînên li ser rê û li gundan hatin bicihkirin, hatin rakirin. Operasyonên paqijkirinê dewam dikin.

Şervanan sê gundên din rizgar kirin

Şervanên Xezeba Firatê doh yanê di roja xwe ya 7′emîn de jî gundê Dûxan, Um Hennawî û Muelleh El Bû Hemît ên 50 km dikeve bakur rojavayê bajarê Reqqayê rizgar kirin, miqdarek çek û cebilxane girtin. Di pevçûnan de hejmarek çete hatin kuştin. Şervanan li gund dest bi xebatên paqijkirina mayînan kirin. 


 REQA