Pêngava Rizgarkirina Minbicê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, ku di 1'ê Hezîrana 2016'an de hat destpêkirin, mehek li dû xwe hişt. Çeteyên DAIŞ´ê yên li navenda Minbicê tengav bûyî hewl didin bi êrişên ji derve dorpêçê bişkînin. Êrişa çeteyan a bi bajarokê Dadatê hat şikandin û hem jî li navenda Minbicê şervanên Meclîsa Eskerî yên Minbicê her bi pêş ve diçin. Şervanan pêr jî kargeheke hilberîna topên hawanê bi dest xist.
Bajarokê Dadat ku cihekî stratejîk e ku rêya Minbic-Cerablusê qut dike, û çeteyên DAIŞ´ê pêr bi şev û doh sibê êrişeke ber fireh bir ser bajarok. Ev êrişa çetayan hat şikandin û gelek çete jî hatin kuştin.
Çete şikestin, cebilxane hiştin
Çeteyên DAIŞ’ê pêr bi şev li bakûrê Minbicê êriş bir ser çeperên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê yên li başûrê bajarokê Dadatê.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANHA’yê ji herêma şer ragihandine, êrişa çeteyan li derdora febrîkeya zeytê ya li başûrê ava Sacur pêk hat. Li ser vê yekê şervanên Minbicê bersiv da û şer qewimî. Şer heta doh danê sibê dewam kir.
Di encama pevçûnan de êrişên çeteyan hatin şikandin. Şervanên Minbicê her wiha balefireke çeteyan a keşfê ya drone xistin xwarê û gelek cebilxane desteser kirin.
Çar cenazeyên çeteyan hatin dîtin
Li aliyê din komeke çeteyan xwest ku hêzên leşkerî yên Minbicê bixin kemînê, lê şervan bi wan hesiyan û şer qewimî. Di vî şerî de ku heta serê sibehê dewam kir, gelek çete hatin kuştin. Li gorî çavkaniyên hêzên Minbicê cenazeyên 4 çeteyan hatine dîtin.
Bajarokê Dadat 10 km li bakûrê Minbicê ye û 6’ê Hezîranê ji aliyê hêzên Minbicê ve ji çeteyên DAIŞ’ê hatibû paqijkirin. Bajarok li cihekî stratejîk e û rêya Minbic-Cerablusê bi temamî qut dike.
Kargeha teqemeniyan a DAIŞ'ê
Li navenda Minbicê jî derbeke din li çeteyên DAIŞ'ê hat xistin û kargeh-depoya teqemeniyan a DAIŞ´ê hat bidestxistin. Di çarçoveya operasyona rizgarkirina Minbicê de şervanan, depoyek ji cebilxane û teqemeniyên DAIŞ'ê bi dest xist. Li depoya teqemeniyan, gelek mayîn û teqemeniyên malên dewleta Tirk û dewletên navneteweyî, hat dîtin.
Lepik û maskeyên malê dewleta Tirk ê ji bo parastina ji kîmyasalê tên bikaranîn, TNT, hawan, katyûşa û gelek cebilxaneyên din ên malê dewletên navneteweyî, li vê derê hatin bidestxistin. Her weha gelek mayîn û teqemeniyên çeteyan bi xwe çêkirine jî, hatin dîtin.
Çeteyan ev teqemenî û mayînên hatin bidestxistin, ji bo pêşî li pêşveçûna şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bigirin, bi kar dianî.
MINBIC
Êrîşên çeteyan û artêşa Tirk didomin
Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê êrişên komên çete û artêşa Tirk ên li dijî taxa Şêxmeqsûd a Helebê û herêmên rojavayê Kobanê, bi daxuyaniyekê agahî dan.
YPG dide zanîn ku êrişên hevbeş ên komên çete yên di bin banê koalîsyona Suriyê de tevdigerin li dijî taxa Şêx Meqsûd a Helebê dewam dikin û 30’ê Hezîranê saet 20.00’an komên çeteyan bi topên cehenemê tax bombebaran kirine. YPG dibêje, li hemberî vê, hêzên wan operasyonek li dijî nuqteyên komên çete yên li Eşrefiyê li dar xistiye û ji komên êrişkar herî kêm çeteyek hatiye kuştin.
Heman rojê çeteyên DAIŞ’ê ji çeperên xwe yên li Cerablûsa Jêrîn êriş bir ser bajarokê Şêxler ê li rojavayê Kobanê. Li gorî YPG´ê ji çeteyên xwestin çemê Firatê derbas bikin herî kêm didu hatin kuştin û vekişiyan. Heman rojê êrişa DAIŞ´ê a li dijî başûr rojhilatê bendava Tişrînê jî hat şikandin.
Tirkiyeyê hemwext êriş kir
Êrişên Arteşa Tirk li dijî Rojava jî dewam dikin. YPG dide zanîn ku Arteşa Tirk 30’ê Hezîranê, bi giştî xeta sînor a li rojavayê Kobanê bêserûber gulebaran kir. Bi awayekî hemwext Arteşa Tirk Girê Şehîd Hogir ê li heman herêmê jî bi çekên giran gulebaran kir.