Agahiyên koordînasyonê têkîldarî şer û çalakiyan parvekirî ev in:


NISÊBÎN: 2’yê Gulanê li Taxa Şehîd Gelhat ser rêya Çaxçax kepçeyek hat rûxandin. Heman rojê YPS´ê bi çekên ferdî 2 polîsên tîmên taybet kuştin. Heman rojê kepçeyek jî li Weysîkayê bi roketan hate rûxandin, polîsekî tîmên taybet jî hat kuştin, yek jî birîndar bû. Heman rojê kepçeyeke din jî hat derbkirin. 

Li Nisebînê li gorî agahiyên ji çapemeniya dewleta Tirk, tîmekî taybet li Taxa Abdûlkadîrpaşa birîndar bûye û paşê li nexweşxaneyê miriye.

ŞIRNEX: 2’yê Gulanê kepçeyek li Taxa Cûmhûriyetê hat rûxandin û 2 polîsên tê de hatin kuştin. Li heman taxê 8 tîmên taybet ên jendermeyan hatin kuştin. Yekîneyên YPS’ê li taxa Cûmhûriyetê wesayîteke zirxî ya Kobra hedef girtin, termalên vê wesayîtê îmha kirin. Wesayîteke zirxî ya Kobra jî derb xwar û ajokarê wê hat kuştin. Kepçeyekê li heman taxê derb xwar. Wesayîtekeke zirxî ya Ejder a ku taxên Îsmet Paşa û Cûmhûriyetê da ber guleyan, bi roketan hat derbkirin. Dema kepçeyek ji bo paqijkirina rê hat Taxa Îsmet Paşayê ajokarê wesayîtê hat kuştin. Di çalakiyên bi roketan de li aliyê Tatar a Taxa Îsmet Paşayê de 4 endamên tîmên taybet ên jendermeyan hatin kuştin. Li Taxa Cûmhûriyetê çekdarên dewletê çekên giran li avahiyekê bi cih dikirin û YPS´ê li wan xist, encam nehatine diyarkirin. Li Taxa Îsmet Paşayê wesayîteke zirxî ya Akrep li ber mala polîsan hat derbkirin Li heman Taxê kepçeyekê derb xwar. YPS´ê da zanîn ku di şer de endamekî wan jiyana xwe ji dest daye û ew ê paşê nasnameya wî bi raya giştî re parve bikin.


Pakrewanên Nisêbînê

YPS´ê nasnameya du şervanên xwe yên 2´Gulanê li Nisêbînê jiyana xwe ji destdayî jî weha eşkere kir:  Botan Soro / Mehmet Şîrîn Agirman, li Izmîrê ji dayik bûye; Êrîş Masîro / Ahmet Oxul, sala 1990´î li Qersê ji dayik bûye.