Êzîdiyên tevlî konferansa di dîrokê de yekemîn care pêk hat bûn anîn ziman ku wan pirsgirêkên xwe hevpar kirin û ji bo çareseriyê wê hewldanên xwe xurt bikin û gav biavêjin.
Parlementera Herêma Federal a Kurdistanê ya Êzîdî Emîne Seîd, diyar kir ku wan konferansekî gelek girîng li dar xistin. Seîd, da zanîn ku her tim pirsgirêkên Êzîdiyan gelek bûn û wiha axivî: "Ji bo em mafê xwe biparêzin ji bo me tu zagon niha tune ye. Li gelek cihan wisa ye.  Em dixwazin ji bo Êzîdiyan zagonên taybet bên çêkirin. Lê dewlet, dewleta îslamî ye."

Daxwaza vegere

Cîgire Karên Diyanetê yê Berpirsiyarê karên Xebatên Êzîdiyan yê Herêma Federal a Kurdisatnê Xêrî Bozanî diyar kir ku yekemîn care Êzîdî di asteke wiha de li hev kom dibin û konferansekê lidardixin. Bozanî diyar kir ku li Amedê lidarxistina konferansekê bi vî rengî bi serê xwe peyamek e û divê Êzîdî vê peyamê baş bixwînin û vegerin welatên xwe." Bozanî anî ziman ku heke Êzîdî pirsgirêkê bijîn ew pirsgirêka hemû Kurdan e û divê konferansê wisa her tim bên li dar xistin. Bozanî weha got: "Konferansa yekemîn li Amedê pêk hat. Divê konferansa duyemîn li Rojavayê Kurdistanê bê lidarxistin. Divê li cihên Êzîdî lê dijîn konferansên wisa her tim bên lidarxisitn."

Divê biryarên konferansê pêk werin

Ezîz Alîkiş ê ku li Elmanyayê dijî jî diyar kir ku biryarên di vê konferansê de tên girtin divê li cihên Êzîdî lê dijîn bikevin meriyetê û wiha got: "Ji bo nasnameya Êzîdiyan konferansekî girîng pêk hat. Ez hêvî dikim ku ev konferans ji bo çar perçeyên Kurdistanê bibe vesîleya demokrasiyê. Ev civîn ji rêzê nebû. Ji bo me konferansekî gelek girîng bû."

'Em dixwazin xizmetê bikin'

Ji ruspiyên Êzîdiyan Hesîn Koçaş jî anî ziman ku pirsgirêkên Êzîdî dijîn dikarin bi hev re çareser bikin û wiha got: "Yekemîn care konferansekî wisa pêk tê. Em bi vê yekê gelek serbilind in. Em li bendên e ku di pêvajoyên pêşiya me de jî dixwazin konferansên wisa pêk bên. Ji bo yekîtiya me konferansekî gelek girîng bû. Em dixwazin xizmetê ji gelê xwe re bikin." 

DÎHA/AMED