Dîwar, di heman demê de textikên peyamên li ser tên nivîsan ên dengên kolanan e.
Mînakên yek ji van peyaman, li ser dîwarê kolaneke navçeya Mêrdînê Mîdyadê hatiye nivîsandine. Li ser dîwar rêzeke helbesta “Anatomiya Demsalên Zer” a şaîrê Kurd Yehya Omerî ya “Şaîr îm, Qereçiyê pesnê çavên te” hatiye nivîsandin.
Li ber vê rêze helbestê, zaroka keç a bi kincên sor dilîze, û yekparebûna ahengek xurt û mezin derdixîne holê.
Hasil îmzeya li bin vê nivîsê jî ne xerîb e: gulsumakê. Ev navê ku li ser hesabê xwe yê twitterê çalak e, li ser gelek dîwarên din jî nivîsên bi Kurmancî nivîsîne û kiriye ku li kolanên bajarên Bakurê Kurdistanê dîwar bêhtir tiştan bibêjin.
Ji beşeke helbesta Omerî ya rêze mijara gotinêye wihaye:
Şair im
qereçiyê pesnê çavên te
“...
Tiştên veşartî dibihîzim li ser tarîbûna birûyên te
Xewnên hişk
Helbestên giran
Û derewên ber bi rastiyê ve diçin dibihîzim
Ji çiyayên me re gulan mezin dikim.
Ez im belê ez şair im,
qereçiyê pesnê çavên te me...”
MA/MÊRDÎN