Hat ragihandin ku Wezareta Karên Hundir a Elmanyayê, di nava 13 salan de 4.500 lêpirsîn li dijî Kurdan dane destpêkirin û li hemberî 240 kesî bi îdîaya "endametiya rêxistineke terorê ya biyanî" doz vekiriye. Beriya civîna bilind a G-20'an a 7-8'ê Tîrmehê, ya ku polîsên Elman herî zêde xwe jê vedigirin û jê ditirsin, şerekî muhtemel ê di navbera Kurdan û alîgirê Erdogan de ye. Wezîrê Karên Hundir ê Elmanyayê Thomas de Maiziere pêr daxuyaniyek da û got, wê bi rengekî tund dest li bûyerên şîdetê werdin.
Wezîrê Karên Hundir ragihand ku destûra çalakiya protestoyî ya li dijî Erdogan hatiye dayîn û diyar kir ku ew ê destûrê nedin çalakiyên ji bo piştgiriya PKK'ê. Di serî de Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan û wezîrên AKP'yî, hikûmeta AKP'ê li hemberî Elmanyayê îdîayên "hûn piştgiriyê didin PKK'ê" kirin.
Berevajî van îdîayan, derket holê ku polîs û dozgerên Elman ne kêmî yên Tirk li dijî tevgera azadiyê ya Kurd tevdigerin. Kanala televîzyonê ya dewletê ya Elman MDR bi sernavê "Gelo Elmanya li dijî PKK'ê bi sistî têdikoşe?" bernameyek amade kir û pêr weşand.
Bi şêweyên dewleta Tirk tevdigerin
Di bernameyê de tê destnîşankirin ku qedexeya PKK'ê di meha Adarê de bêhtir hatiye şidandin û hat bibîrxistin ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di nav de gelek sembolên Kurdan hatine qedexekirin.
Berdevkê Wezareta Karên Hundir Johannes Dîmroth ji bernameyê re axivî û anî ziman ku ji sala 2004'an û vir ve di der barê 4500 kesî de têkildarî qedexeya li ser PKK'ê lêpirsîn hatiye vekirin. Berdevk Dîmroth diyar kir ku piraniya lêpirsînan ji ber sûcê 'binpêkirina qanûna xwepêşandanê' hatine vekirin û ragihand, ji sala 1992'an û vir ve jî cezayê giran ê girtîgehê li 90 kesên bi îdîaya rêveberên PKK'ê de hatiye birîn.
Li gorî agahiyên ji aliyê berdevk ve hatin dayîn, di salên dawî de di çarçoveya qanûna 'endamtiya rêxistineke terorê ya biyanî' de li hemberî 240 siyasetvan û aktîvîstên Kurd 180 lêpirsîn hatine destpêkirin. Her wiha di rewşa heyî de Dozgeriya Federal 24 lêpirsînên li ser mijarê dimeşîne.
Şîdeta polîsan jî di salên dawî de li dijî Kurdan zêde bûye. Herî dawî li Berlînê di xwepêşandaneke girseyî de bi hinceta nîşandana alên YPG û YPJ’ê, polîsan êrîş kiribû û 3 xwepêşandêr birîndar kiribûn.
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN