
Meclîsa Rêveberiya Xweser a Şengalê projeya Xweseriya Demokratîk a Êzîdxanê pêşkeş kir û tê de nexşerêya avakirina Rêveberiya Xweser a Şengalê, eşkere kir.
Nexşerê bi civîneke çapemeniyê li Şengalê li Eywana Laleş hat ragihandin û tê de rêgezên bingehîn ên ji 23 xalan, hatin eşkerekirin.
Di civînê de Hevserokên Meclîsa Xweseriya Demokratîk ên Şengalê Hisên Hecî Nefso û Rîham Hiço, Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Hecî Hesen Pîso, Cîgira Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Nehlê Yusif Hefsun, Fermandarê YBŞ`ê Seîd Hesen Seîd, Nunerê Asayîşa Êzîdixanê Faris Herbo Xidir, Cîgira Hevseroka Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Kurdê Elî Ezîz û Berdevkê Meclîsa Ciwanên Şengalê Îbrahîm Omer, amade bûn.
Daxuyanî ji aliyê Hevserokên Meclîsa Rêveberiya Xweser Hisên Hecî Nefso û Rîham Hico ve bi Kurdî û Erebî hat xwendin.
Projeya Xweseriya Demokratîk a Êzîdxanê
Di nexşerêyê de îşaret bi taybetmendiya civaka Êzîdî hat kirin ku di dirêjahiya dîrokê de hebûna xwe parastiye û hat gotin, Êzîdîtî yek ji baweriyên herî kevin ên Rojhilata Navîn e. Di dewamê de ferman, zilm û zora ku bi rengê qirkirinê, kokbirînê xwe li dijî Êzîdiyan hatin bibîranîn û hat gotin, “Bi sedhezaran kes bi neçarî koçberê Ermenîstan, Rusya û Ewrûpayê bûne. Pirranî li welatê Şêx û derdora Şingalê bi civakek her kû çûyî heliyayî û hêjmara şêniyê xwe kêmbûyî, asta sedhezaran kesî me kariye xwe bigihînîn sedsala 21’an.”
Pê re jî qirkirina bi destê DAIŞ´ê ya 3´yê Tebaxê weke werçerxekê hat bi navkirin û tesbîta “tê zanîn rê li ber zerer û ziyanên ji nû ve dermankirin û saxkirina wî pirr zehmet, vekiriye.” Bi heman rengî awayê bê parastin hiştina Şengalê hat vegotin, “Hêzên leşkerî yên hindirê Şingalê jî li beramberê êrişa DAIŞ’ê li ber xwe nedan, bi vî rengî bi sedhezaran Êzîdî di nava êrişa qirkirinê ya DAIŞ’ê de hatin hêlan û terkî mirinê hatin kirin. Weke di fermanên dîroka derbazbûyî de, jin, zarok, ciwan, kal bi şêweyek pêxwas, têhn û birçî berê xwe dane çiyayên Şingalê.”
Şengal nabe bêparastin bê hiştin
Di nava vê rewşê de qehremaniya berxwedana 12 gerîlayên PKK´ê, şervanên YPG û YPJ yên ku korîdorek gihadnin Çiyayê Şengalê nehat ji bîr kirin û îşaret pê hat kirin ku van hêzan pêşî li nijadkuştina Êzîdiyan girtiye. Dîsa dewra wan di birêxistina YBŞ´ê weke hêzên parastina rewa yên Şingalê hat bibîrxistin û ji vê û wêde, tesbîta, “weke civak ji bo careke din rasta fermaneke wisa neyên û misogeriya paşerojê were bidestxistin, di bingehê xwe parastina cewherî de, bi hişmendiya xwe gihandina rêveberiya xwe ya xweser, jiyana xwe di alî azadî û demokratîkbûnê de bipêşxistin, weke mafekî xwezayî me rêveberiyên xwe yên xweser bi pêş xistin û ava kirin. Di hêla mafê xwe bi xwe rêvebirin û bi îradeya xwe ya azad jiyaneke nû avakirinê de, nêzîkatî û rêgiriya hêzên bi fermanê re li beramberê civaka Êzidiyan berpirsyariyên xwe bi cih neanîn û herwiha bûne sedemê pêkhatina fermanê û em tengezar kirîn, ji hêla me ve aliyekî wê yê bê fêmkirin û em bi pejirênîn tuneye.”
Di danezanê de hewldanên Tirkiyeyê yên destwerdan û dagirkeriya herêmê jî hatin bibîrxistin û tê gotin, “Piştî derbaskirina vê fermanê, dema Êzîdî bi xwesteka xwe gihandina jiyaneke xweser ya di bingeha avakirina hêzên parastina cewherî û rêveberiyên xweser de ketin hewldanê, dîsa li ser Êzîdxanê jiyana têkoşînên avakirina desthilatiyan, pirr eşkere careke din derdikeve holê û tê dîtin ji bo Êzîdiyan Xweseriya Demokratîk xwedî giringiyeke dest jê nebe ye.”
23 xalên bingehîn ji bo xweseriyê
Piştî îşaretkirina bi rola Meclîsa Avaker a Şingalê ji bo Êzîdiyên li Şingalê û yên koçberbûyî, hat gotin, ku meclîs dixwaze li ser bingehê xweseriya Şingalê statuya Şingalê misoger bike. Bi vî awayî jî Nexşerêyeke ji 23 xalan ji bo Xweseriya Demokratîk Şengalê tê pêşniyazkirin.
Li gorî vê nexşerêyê, tê pşêniyazkirin ku Komîsyoneke Xweseriya Êzîdxanê di kontrola Neteyweyên Yekbûyî de bê avakirin û tê de Iraq, hikûmeta Herêma Kurdistan, PKK û Federasyona Demokratîk a Bakûrê Suriyeyê nûnertiya xwe hebin.
Bi vî rengî tê pêşniyazkirin bi çavdêriya vê komîsyonê Meclîsa Gel ya Êzîdxanê bê damezrandin û ev meclîs weke Meclîsa Damezrîner bixebite.
Di nexşerêyê de girîngiyeke taybet bi fermandariyeke hevbeş ya yekkirina hêzên YBŞ û civata Êzidiyên cuda û bi vî rengî avakirina Hêza Parastina Cewherî tê dayîn ku ev hêz wê girêdayî Meclîsa Gel ya Êzîdxanê be.
Serxwebûna çapemeniyê, birêvebirina dîplomasiya navkurd û bi derve re, birêxistinkirina xizmetên tenduristiyê jî piştî ku bi xetên stûr tên pêşniyazkirin, weke yek ji xalên sereke bi meclîsên herêmî birêvebirina navçe û nahiyeyan derdikeve pêş.
Neteweyên Yekbûyî weke garantor
Nûneriya her nihêrîn û çîna civakî û siyasî, û parastina xweîfadekirinê jî li gorî pêşniyazê parastî ne. Pêşniyaz bi kotayan hewl dide nûneriya jin û ciwanan misoger bike û li gorî wê di her astê de û di her saziyê de kotaya jinan % 40 e û ya ciwanan jî % 15 e. Bi heman rengî heger pêwîst bike ji oldaran re jî kota hatiye veqetandin.
Ev meclîsa hanê, piştî ku bi dewra xwe ya damezrîner rabû, ew bi hilbijartinan bê nûkirin; ev hilbijartin jî bi awayekî demokratîk % 65 bi hilbijartina giştî ji nav endamên meclîsên navçe û nahiyeyan, % 35 jî ji nûnerên sazî û civakên rêxistinkirî wê bê dabeşkirin.
Herçî statuya Şengalê, pêşniyaz tê kirin ku di encama hevdîtinên sêalî (Êzîdî, Iraq û Başûrê Kurdistanê) de bête diyarkirin, heger ev nebe jî weke çareseriya dawî ya li ser statuya Şengalê bi referandûmeke demokratîk bê diyarkirin. Ji bo misogeriya Xweseriya Demokratîk a Êzîdxanê jî tê pêşniyazkirin ku danasîneke taybet di qanûn û destûrên Iraqê û Başûrê Kurdistanêde bête bicihkirin.
Bi her halî destê parêzer ê saziyeke di ser netewe re jî weke garantor tê pêşdîtin û ev jî weke Neteweyên Yekbûyî tê pêşniyazkirin.
Di pêşniyazê de girîngiya weke qirkirin qebûlkirina ferman 73´yan tê destnîşankirin û bi îhtîmam tê gotin ku meclîs wê di cezakirina gunehkarên qirkirinê de cihê xwe bigire. Weke xala dawî jî tê gotin ku Komîsyona Xweseriya Êzidxanê wê destekê bide protokola 26´ê Cotmeha 2016’an li parlemena Ewrûpayê di navbera Êzîdî, Tirkmen û Xiristiyanên Iraqê de mohrkirî.
ŞENGAL