Heya niha hezar sal bihurî... Dema ku Serwer Alparslan, tevî arteşa xwe ya westiyayî hatibû ber dêriyê Farqînê, ew roj virva hezar sal bihurî. Ew roj virva gelê Kurd, tenê rojekî Xwedê jî be, xwe ji tu miletekî veneqetandin. Ji bo hevjiyaneke xweşik, ji bo jiyaneke hevpar û jiyaneke pirçandî û pirolî hewl dan, û heya dema netewdewletan jî, li warê xwe, ji kesekî re tu astengiyek dernexistin. Li warê xwe jiyan, û her kî hat, balgeh û doşega xwe raxistin ji bo wan.
Ji ber wê, li Kurdistan hezar ziman jiyan; hezar çand, hezar kewneşop jiyan. Bi hezaran çîrok, bi hezaran helbest, bi hezaran êş û şadî jiyan li Kurdistan. Warê Kurdistan bû warê kulîlkên ku bi hezaran rengan ve xemilîne. Xweza û zozanên Kurdistan, sînga xwe ya wekî bihuşt, bişad, ji herkesî re vekir. Her çand, em dikarin bêjin yên ku rê ya wan li Kurdistan derbasbûye, wisa her çand, yên ku ji çiçikê Kurdistan nemêjiyaye nîne. Ziman wisa, çand wisa, debar û rêvebirtî ya civakî wisa, aborî û pergala hevjiyanê wisa, afirandin û berhemên hunerî wisa, wêje û muzîk wisa, li xwe kirin, ango cil û berg û xemilandin û estetîk a jiyanê wisa, avahî, mîmarî û avakirina gund û bajaran wisa...
Heya ku netewdewletên beredayî li Rojhilata Navîn pergala xwe ya mêtinger raxistin, ew roj pêva li Kurdistan şer û qirêjî, kuştin û hevxistin bû bûyerên sereke. Pergalên mêtingeran jî, ji bo ku Kurd bi xwe nehesin, hê di şert û mercên berê de razên, çavê xwe venekin û ji bo berjewendiyê nekevin hemberî wan, sîstemeke asîmîlasyonê damezirandin. Ew sîstem, mêjiyeke wisa da ji wan ku, gotin „qey heya ku dinya dizivire emê Kurd bikin xewê û mafên xwe ya mirovahiyê ji wan re bidin ji bîr kirin“.
Lê Kurd, gava ku bi vê rewşê hişyar bûn, dîsa ne bi birdoziya mêtingeran, bi nêrîneke ku ji dîroka mirovahiyê ve hatiye şuştin, ber xwe dan. Lê ewana, xwastin ku ev berxwedan a Kurdan jî qirêj bikin, bi herî gemirînin û biçuk bixin, an jî wek nirxek, wek exlaqekî nehesibînin. Ji ber wê, her çalaki ya Kurdan wek „teror“ binav kirin. İja gava ku her tevgerê te wek teror were binav kirin, wê demê her gotina serdest jî dibe nirxeke mezin. Ji ber wê, serdestan xwe bixwe wekî ku kaniyê nirxan in, hesibandin. Wê gavê, her ku Kurd gotin emê bi we re wek jiyaneke hevpar bijîn, pozê wan rabû ezmanan û wekî ku hincetiya Kurdan ji wan re heye tevgeriyan.
Ev tekilî hate asteke wisa ku, îro bi bela bilindbûna pozên xwe, ber çavên xwe nabînin. Tevgera Kurdan, hêza Kurdan, bibiryarbûna Kurdan, birdozî û nirxên Kurdan, îrade û nêrîna Kurdan çiye nizanin. Wekî ku Kurd bitirsînin tevdigerin. Wekî ku Kurd, bê dîrok e, an jî ji dîroka xwe dûr ketiye xeyal dikin.
Ji ber wê jî, her roj gaveke veqetînê diavêjin. Ya herî dawî jî, bi mijara wekîlê Kurdan ji Meclîsa TC were derxistin, Recep Tayîp Erdogan avêt. Bila ser xêrê be. Ez bawerim dê Kurd ser çavan qayîl bin, û emê bibînin, ka kî berx e, kî beran e?..