Dewleta Tirk li Kurdistanê di qirrkirina giştî de bi israr e û di vê çarçoveyê de doh gaveke din avêt ku pê di rojnamevan, siyasetvan û çalakgerên civaka sivîl jî di navê de bêhtirî 100 kesî li Amed û 8 bajarên din ên Kurdistanê girtin.   

Li Amedê rojnamevan Abdurrahman Gok, Kibrîye Evren û Semiha Alankuş û Hevserokê HDP’ê yê Amedê Mehmet Şerif Çamçi jî di navê de bêhtirî 100 kesan hatin binçavkirin. Ev weke yek ji gavên herî mezin ên qirrkirina siyasî ya li dijî Kurdan pêk hat. Ji bilî Amedê li Stebol, Êlih, Riha û Wanê jî serdegirtina malan û girtina siyasetvanan hebû.

Li Amedê polîsan bi ser mala gelek siyasetvan û rojnamevanan de girt û bêhtirî 100 kesan binçav kirin. Polîsan serê sibe bi maşineyên zirxî bi ser malan de girt û gelek derî şikandin û ketin malan. Polîsan di serdegirtina malan de rojnamevan Abdurrahman Gok, Kibriye Evren û Semîha Alankuş, û Hevserokê rêxistina HDP’ê ya Amedê, Mehmet Şerif Çamçi jî di navê de zêdeyî 100 kesan binçav kirin.

 Polîsan bi çekên lûledirêj bi ser mala Abdurrahman Gok de girt û Gok û hevalên wî yên li malê bi dev ve li erdê dirêj kirin û li malê geriyan. Polîsan piştî li mala Gok lêgerîn kir, gelek pirtûk, kovar û amûr desteser kirin. Hat zanîn ku kesên hatin binçavkirin birin Şaxa TEM’ê ya Midûriyeta Polîsan a Amedê.

Derî şikandin mal talan kirin

Polîsan bi ser mala rojnamevan Omer Çelîk de jî girt. Polîsan di serdegirtina mala Çelîk de, bi hesinan deriyê mala Çelîk şikand. Polisan piştre li malê lêgerîn kir û tiştên wî yên nava malê hemû bela wela kirin.

Di êrişa qirrkirina siyasî de endamên Dîwana Hevserokatiya KCD’ê Hasan Huseyîn Ebem, Mehmet Nurî Ozdemîr, Huseyîn Kaya, Hîlmî Aydogdu, Adnan Akgul; endama Meclîsa Daîmê ya KCD’ê Ruken Kiliç, xebatkarê KCD’ê Vahît Dogrul, Hevserokê HDP’a Bajêr Şerîf Çamçi jî hatin binçavkirin.

Semîha Alankuş li Stenbolê destgîrkirin 

Rojnamevan Semîha Alankuş jî li Stenbolê di serdegirtina malê de hat binçavkirin. Hat zanîn ku piştî Alankuş hat binçavkirin, polîsê Tirk plan dike wê bibe Amedê. Li aliyê din hat zanîn ku polîs bi maşîneyên destwerdana xwepêşandanan û maşînên zirxî li ber avahiya HDP’ê ya Amedê jîrawestiya ne. Ango dor li avahiyê girtine.

Li Rihayê jî endama Meclisa Daîmî ya Kongreya Civaka Demokratîk a Rihayê Ruken Kilinç hat binçavkirin.

Wezîrê dewleta dagirker got 90 kes

Têkildarî vê êrişa qirrkirina siyasî, wezîrê karê hundir ê dewleta Tirk a dagirker îdîa kir ku di êrişan 90 kes hatine binçavkirin: Li Amedê 80, li Stenbolê 3, li Wanê 2, li Şirnexê 1, li Rihayê 1, li Êlihê 1, li Mêrsinê 1, li Mêrdînê 1.

Lê em dizanin ku li navçeya Wanê Elbakê, rêveberê berê yê HDP´ê Necmî Firat û kesekî din hatin binçavkirin, li navçeya Wanê Serayê jî Feyzî Bargin, Endamê Meclîsa Şaredariyê Cuzeyîr Ozkaplan, Mûrat Kaplan, li navçeya Wanê Ebexê jî Nîhat Temel û Suleyman Kaya hatin destgîrkirin.

 

AMED

 
 

Li Amedê 63 nav diyar bûn

      ŞERÎF CAMCI

Navê 63 kesên di qirrkirina siyasî ya navenda wê li Amedê, ya li 9 bajaran de hatîn binçavkirin, diyar bû. Vê êrişa hanê, heta ku nûçeya me dihat amadekirin jî dewam dikir. Heta niha binçavkirina van kesên li jêr piştrast bûye:

      ABDURRAHMAN GOK  

Rojnamevan Kîbriye Evren, Abdurrahman Gok, Semîha Alankuş, Esra Solîn Dal; endamên Dîwana Hevserokatiya KCD’ê Hasan Huseyîn Ebem, Mehmet Nurî Ozdemîr, Huseyîn Kaya, Hîlmî Aydogdu, Adnan Akgul; endama Meclîsa Daîmê ya KCD’ê Ruken Kiliç, xebatkarê KCD’ê Vahît Dogrul, Hevserokê HDP’a Bajêr Şerîf Çamçi, xebatakarê çapemeniya HDP’ê Vedat Dag, endama Meclîsa HDP’ê Eylem Ceylan, Alîkara Hevseroka Giştî ya DBP’ê Seher Tumer, Edama Meclîsa DBP’ê Nevriye Çûr; Aktîvîstên TJA Fîgen Ektî, Elîf Harran, Fîgen Aras, Mekiye Ormancî, Sercan Dogan; Selma Metîn, Nîmet Yurek, Neslîhan Karacadag, Aygul Alagunduz, Dilnaz Ekmekçî, Ahmet Aslan, Leyla Tekdag, Mukrîme Kalkan, Zekî Baran, Pinar Tekîn, Engîn Babayîgît, Şehmûs Karayal, Zehra Ozdemîr, Mehmet Ay, Muazzez Canpolat, Rifat Ronî, Leyla Ayaz, Şatî Hayme, Kadriye Ozcanli, Mehmet Temîzyuz, Evîndar Aydin, Zana Doner, Mahîr Koyun, Nalan Ozaydin, Muzaffer Ulaş, Mehtap Metîn, Abbas Aslan, Necdet Sezgîn, Sema Koç, Veysel Ozektî, Emrullah Kalkan, Pinar Sirnaç, Nivîskar Mehmet Akdogan, Hatîce Şen, Derya Aslan, Selda Erten, Habîbe Ekîncî, Halîse Yavûz, Hasan Çîçek, Savaş Aslan (belavkarê rojnamê), Hayat Ozmez (belavkarê rojnemê) û Siyajin a paşnavê wê nehat zanîn.