
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê, li tevahiya gelê Kurd û gelên li herêmê pîroz kir û bang li hêzên navneteweyî kir, ku ji bo çareseriya aloziya li Sûriyeyê, demildest vê sîstemê nas bike.
KNK’ê, têkildarî Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê ya pêr ji aliyê hemû pêkhateyên herêmê ve hat ragihandin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi tevahiya germahiya xwe, gelên li herêmê hembêz dike û hat gotin, “Gelê Kurd, bi pêşengiya Tevgera Azadiya Kurd, careke din mohra xwe danî bin pêngaveke nû ya demokratîk û dîrokî. Ev pengava dîrokî, ji bo bingeha aheng û wekheviya paşerojan hate avêtin.
Bêguman ev gava dîrokî, bi berdêlên giranbuha û têkoşîna deh salan hate bidestxistin. Di qonaxa îro de, di demeke de ku şerê sêyemîn ê cîhanê bi tevahiya dijwariya xwe dewam dike, gelên li Rojava destnîşan kirin ku bi yekîtiyek demokratîk û xweparastina dikarin pirsgirêkên xwe tevan çareser bikin.”
Ji bo bawerî û netewên cihêreng, mertal e
KNK’ê diyar kir ku gelên li Rojavayê Kurdistanê bi ragihandina Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Suriyeyê re dane xuyakirin ku di dîrokê de mûcîze nînin, ked û xwehdana gelan heye.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Destekkirina Sîstema Federal a Rojava-Bakurê Suriyeyê, wê bibe bingeha paşerojên azad û wekheviyê, wê bibe misogeriya aştî û demokrasî. Ev sîstem wê bibe mertalê parastina gelan û civakên xwedî baweriyên cuda. Êdî sîstem wê zihniyeta yekparêzî û diktatorên ku olê û mezheban bikar tînin, nakokiya navbera gelan û civakan kûr dikin berteref bike. Wê bibe bingeha aştî û demokrasiya rasteqîn.”
Banga naskirina fedaraliyê li hêzên navnetewî
KNK dibêje, Şoreş hêza gel e, îrade û enerjiya civakî ye û weha dewam dike: “Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Suriyeyê jî encama vê îradeyê û enerjiya civakî ye. Lewra Şoreşa Rojavayê Kurdistanê di qonaxek serketî de ye û ji bo gelên herêmê teva bûye hêvî. Divê ev hêvî gur û geş bibe.
Pêwiste hêzên global vê rastiyê bîbînin û demildest Sîstema Federaliya Demokratîk ya Rojava-Bakurê Suriyeyê qebûl bikin. Tevahiya dewletan jî di parlamenên xwe de, li ser piyan bi çepikan pêşwazî bikin û desteka xwe îlan bikin.
Em weke KNKê bang li Neteweyên Yekbûyî, tevahiya hêzên global, di serî de bang li Amerîka û Yekîtiya Ewropa dikin ku Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Suriyeyê, nas bikin û destek bikin. Destek kirin û meşrûkirina Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Suriyeyê, wê bibe misogeriya parastina nirx û rûmeta mirovaniyê. “
NAVENDA NÛÇEYAN
YCR: Felsefeya Rêber Apo pêk hat
Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) û Kongreya Star diyar kir ku ragihandina Fedresyona Rojava û Bakurê Sûriyeyê, pêşketina vîn û xwesteka pêkhateyên Sûriyeyê ye.
Kordînasyona Yekîtiya Ciwanên Rojava li ser ragihandina erêkirina hevpeymana Fedresyona Rojava û Bakurê Suriyeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Daxuyaniya Yekîtiya Ciwanên Rojava wiha ye: “Rêber APO û tekoşîna azadiyê rê li ber zindîkirin û avakirina kesayeteke şoreşger li Kurdistanê vekir û xeta azadî û demokrasiyê nîşanî her kesî da. Li ser vî esasî gelê Kurd felsefeya Rêber APO ji xwe re esas girt û şoreşa mezin li Rojhilata Navîn de pêk anîn.
Fedresyona Bakurê Sûriyeyê vîna gelan e
Îro têkoşîna gelê Kurd derbasî qonaxeke nû dibe bi saya keç û xortên di nava YPG û YPJ de yên ji bo azadiya Rojava xwe feda kirin, şoreşa azadiyê li Rojava mezin dibe û ji bo tevahiya Sûriye û Rojhilata Navîn dibe nimûneya çareseriyê. Gelên herêmê û pêkhateyên Rojava û Bakurê Sûriyeyê, dixwazin xwe birêve bibin çawa herêmên xwe ji çeteyan rizgarkirin Hêzên Sûriyeya Demokratîk gelek herêm rizgar kirin û wê hîn jî rizgar bikin.”
Kongreya Star bi daxuyaniyeke nivîskî piştgiriya sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê kir û got: “Di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de berxwedanên dîrokî pêk hatin, efsaneyên qehremantiyê derketin holê û serketinên pir mezin bû para gelên me. Jixwe gelê me ev sedsal wek ‘Sedsala Rûmetê’ tacîdar kir. Em di wê baweriyê de ne ku ev sedsal wê bibe sedsala Netewa Demokratîk û sedsala jinê.”
Ji YNK û PZK’ê pîrozbahî
Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) û Partiya Zehmetkêşanî Kurdistanê (PZK) Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Suriyeyê pîroz kir.
Partiya Zehmetkêşanî Kurdistanê (PZK) bi daxuyaniyeke nivîskî Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Suriyeyê pîroz kir. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Piştî saleke pir li têkoşîna gelê me yê li Rojavayê Kurdistanê û qûrbandayîna li hemberî sîstema înkarkirinê, di encama berxwedana bêhempa ya li Rojavayê Kurdistanê hatî meşandin de, Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Suriyeyê hat ragihandin.”
Li ser heman mijarê endamê rêveberiya PZK’ê Hîwa Seîd Selîm jî RojNews re axivî û got; “Em weke Partiya Zehmetkêşanî Kurdistanê pîroz dikin û spasiya wan dikin. Em hêvîdar in ku ev pêngava gelê me li Rojavayê Kurdistanê bibe boneya nêzîkbûna partî û aliyên Rojavayê Kurdistanê û hemû partî û aliyên siyasî yên parçeyên din jî piştgiriya wan bikin.”
Hîwa Seîd Selîm di dawiya axaftina xwe de got; “Em hêvîdar in civaka navnetewî û rêxistinên navnetewî rêzê li îradeya biryara gelê Kurd bigire. Ku bi salan bindest bûn û mafên wan hatibûn binpêkirin. Her weke çawan her tim îradeya gelan bi ser ketiye, em dixwazin rêzê li biryara îradeya gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bigirin. Em ê bibin alîkar ji bo serketina sîstema federesyonê di siberojê de.”
YNK: Em piştgiriya biryarên Rojava dikin
Endamê polîtburoya YNK´ê Sedî Ehmed Pîre diyar kir ku ew piştgiriya Kurdên Rojavayê Kurdistanê û biryarên derbarê sîstema wan de dikin.
Sedî Ehmed Pîre derbarê Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Suriyeyê pêr li Rojavayê Kurdistanê ragihandî de ji RojNews´ê re axivî. Pîre da zanîn ku ew piştgiriya biryarên li Rojavayê Kurdistanê dikin û wiha peyivî; “Em piştgiriya Kurdên Rojavayê Kurdistanê û biryarên wan dikin, divê ew bi xwe biryara xwe bidin. Her biryarekê jî bidin em ê spasiya wan bikin û piştgiriyê bidinê. Her karekî bikeve ser milê me, em ê bi qasî ku em dikarin bikin û alîkariya wan bikin.
Em weke Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê her tim li gel Rojavayê Kurdistanê di nava peywendiyan de ne, rojên xweş û nexweş bi hevdu re parve dikin û hevbeş dikin.”
NAVENDA NÛÇEYAN
Encamnameya Sîstema Federal
Di civîna Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê de ku pêr bi dawî bû, encamname hat ragihandin.
Encamnameya ku bi zimanê Erebî hatibû amadekirin, ji aliyê Hevserokê Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyeyê Mensûr El-Selum ve hat xwendin.
Encamname wiha ye: “Kordînasyona Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantonên Cizîr, Kobanê û Efrînê bi armanca peydakirina çareseriyeke siyasî ya ji bo aloziya Sûriyeyê û lihevkirina sîstemeke birêveberina Rojava û Bakurê Sûriyeyê, banga civîneke berfireh li hemû pêkhate, hêzên siyasî, partî û saziyên civaka sivîl ên li van herêman û herêmên ji rêxistinên terorê hatine rizgarkirin kiribû. Li ser vê bangê, em wekî nûnerên van herêman di 16-17’ê Adara 2016’an de li hev kom bûn. Me di civîna xwe de şehîdên hemû gelan ku bi xwîna xwe destanên lehengiyê nivîsandine û gel gihandin vê astê, bibîr anîn.
Di civîna me de ev biryar hatin dayîn:
1- Sîstema federaliya demokratîk li ser esasê hembêzkirina hemû pêkhateyên civakê, misoger dike ku Sûriyeya pêşerojê ji bo hemû Sûriyeyîyan e.
2- Kar û xebat wê ji bo damezrandina sîstemeke federaliya demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê bên meşandin.
3- Hevserokatiya Meclîsa Damezrîner û Desteya Rêxistinkirinê ku ji 31 endaman pêk tê, hate hilbijartin.
4- Desteya Rêxistinkirinê ji bo amadekirina hevpeymanek civakî û venêrînek giştî ya qanûnî û siyasî ji vê sîstemê re di nava şeş mehan tê erkdarkirin.
5- Hemû komîte û belgeyên ku ji meclîsê derdikevin, biryarên Neteweyên Yekbûyî (NY) yên derbarê mafên mirovan û koman ku sîstemên civakî û demokratîk esas digirin, wekî bingeh digirin.
6- Azadiya jinê cewhera sîstema federaliya demokratîk e. Mafê jinê yê beşdarbûna wekhev û tevlîbûna biryarên girêdayî wê heye. Dîsa di nûnertiya hemû beşên siyasî û civakî wekhevî esas e.
7- Hemû gel û civakên di bin sîwaneya Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê de , dikarin têkiliyên siyasî, aborî, civakî û çandî, her wiha hevbendiyên demokratîk bi kesên ji heman bawerî, çand, gel û civakan re, li ser asta herêmî û navnetewî, ava bikin û pêş bixin.
8- Armanca Sîstema Federala Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê ya di asta herêmî de ew e ku li Rojhilata Navîn yekîtiya demokratîk pêk bîne û di navbera hemû civakan de ku li Rojhilata Navîn dijîn, di warê siyasî, civakî, aborî û çandî de yekîtiya demokratîk ava bikin û bi wê re jî sînorên netewe dewletan derbas bikin da ku jiyanek di nava aştî, ewlekarî û biratiyê de bê avakirin.
9-Mafê şêniyên hemû herêman heye ku ji çeteyan têne rizgarkirin, bi dildariya xwe tevlî sîstema federal bibin.
10- Ev sîstem yekbûna xaka Sûriyeyê diparêze.”
ANHA/GIRKÊ LEGÊ