Zubeyîr Aydar: Lîsteya terorê ya YE´yê lîsteyeke neheq bû. Ji ber vê lîsteyê dewleta Tirk êşkence û cînayetan zêde dike. Divê êdî ti kes nebe şirîke Tayyip Erdogan. Ji ber vê lîsteyê li Ewrûpayê bi deh hezaran mirovên me hatin krîmînalîzekirin. Ev neheqiyeke mezin bû.
François Alfonsi: Biryara dadgehê ya ‘PKK ne rêxistineke terorîst e li hemberî hewldanên krîmînalîzekirinê rêyeke muhim vekir. Ji niha û pê ve, xebata me hemû wê ev be ku ev biryar li nav dewletên endam hemûyan û Yekîtiya Ewrûpayê were belavkirin.
MAXÎME AZADÎ / ANF/BRUKSEL
Li Belçîkayê beriya bi sê rojan Dadgeha Bilind (ya temyîzê) biryar dabû ku nabe ‘PKK wek rêxistineke terorîst’ bê dîtin û ji bo PKK´ê tesbîta ‘ew aliyê şer eʼ kiribû. Ji ber vê biryarê komek parêzer û siyasetvanan li paytexta Belçîkayê Brukselê civîneke çapemeniyê li dar xist.
Parêzerên aliyê Kurd, Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal, Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Zubeyîr Aydar, endamê Koma Sosyal Demokratên Parlamena Ewrûpayê (PE) Andreas Schieder û endamê Koma Keskan a Parlamena Ewrûpayê François Alfonsi beşdar bûn.
Dadgeha Bilind (a temyîzê) ya Brukselê 28’ê Çile biryarên Dadgeha Cihî û Dadgeha Îstînadê yên ku digotin, nabe PKK weke rêxistineke terorê bê dîtin û ew aliyekî ne dewlet ê şer e, erê kir û diyar kir ku têkoşîna PKK’ê “Şerekî çekdarî yê ne navneteweyî ye”. Dadgehê diyar kiribû ku PKK ne rêxistineke terorîst e û li Tirkiyeyê şerek heye û bal biribû ser wê yekê ku nabe PKK di çarçoveya qanûna dij-terorê ya li Belçîkayê de were mehkemekirin.
Ji bo çareseriyê bila alî hevdîtinan bikin
Alîkarê Serokê Koma Yekîtiya Çepgir a PE´yê Nikolaj Villiumsen di civînê de got, “Li gorî min ev biryareke girîng e.” Villiumsen diyar kir ku ev ne biryareke sivik e û rejîma Tirk bi hinceta ‘terorîzmê’ dikeve Sûriyeyê. Villiumsen diyar kir ku ev pirsgirêk bi şîddetê çareser nabe û ji bo çareseriya siyasî bang li hikûmeta Tirk û PKK’ê kir ku bila li hev rûnên. Villiumsen got, “Şaşiya Yekîtiya Ewrûpayê jî ev e ku PKK’ê bi navê terorîzmê dinirxîne. Ev jî li pêşiya çareseriyê dibe astengî.”
Endamê Koma Keskan a Parlementoya Ewrûpayê François Alfonsi jî got, “Biryara dadgehê ya ‘PKK ne rêxistineke terorîst e li hemberî hewldanên krîmînalîzekirinê rêyeke muhim vekir. Ji niha û pê ve, xebata me hemû wê ev be ku ev biryar li nav dewletên endam hemûyan û Yekîtiya Ewrûpayê were belavkirin.”
Ji bo çareseriyê gavek e
Parêzerên aliyê Kurd jî derbarê biryarê de agahî dan. Parêzer Jan Fermon got, biryara PKK´ê ne rêxistineke terorîst e, ji bo çareseriya doza Kurdan gaveke girîng e. Parêzer Joke Calleawaert jî diyar kir ku Remzî Kartal û Zubeyîr Aydar jî dihatin mehkemekirin û ev biryara dadgehê girîng e, lewma di encama wê de ev kes bi navê ‘terorîst’ nikarin werin mehkemekirin.
Ji bo bidawîkirina krîmînalîzekirina Kurdan
Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal jî diyar kir ku şîdeta li ser gelê Kurd, bi piştgiriya NATO û Yekîtiya Ewrûpayê hate kirin. Kartal got, “Li Tirkiyeyê bi hinceta ‘terorê’ siyasetvanên Kurd û parlamenter û şaredar hatine girtin û êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye kirin. Mesele ne PKK ye, mesele êrişên li dijî gelê Kurd in. Biryara dadgehê girîng e, em hêvîdar in ku ev biryar siyaseta krîmînalîzekirina gelê Kurd biguherîne. Divê siyasetmedar û saziyên Ewropayê jî li gorî vê biryara ku PKK ne rêxistineke terorîst e tevbigere. Heke ev biryar pêk neyê, wê edalet cihê xwe nebîne.”
Ya heta niha kirin neheqî bû
Zubeyîr Aydar jî got, “Di dawiya dawîn de dadgehê heq da me. Lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewrûpayê lîsteyeke neheq bû. Ji ber vê lîsteyê dewleta Tirk êşkence û cînayetan zêde dike. Divê êdî ti kes nebe şirîke Tayyip Erdogan. Ji ber vê lîsteyê li Ewrûpayê bi deh hezaran mirovên me hatin krîmînalîzekirin. Ev neheqiyeke mezin bû.”
Aydar wekî din got, “Em aliyekî şer in. Em alîgirê azadiya gelê xwe ne. Em amade ne ku vê pirsgirêkê bi diyalog û rêyên aştiyane çareser bikin. Ez bang li hikûmeta Belçîka û Yekîtiya Ewrûpayê dikim da ku li gorî biryara dadgeriya Belçîkayê tevbigerin û îmzeya xwe ji bin lîsteya terorê bikişînin. Li gorî me, ev biryar destpêkeke nû ye. Em ê têkoşîna wê ya siyasî û hiqûqî bidomînin. Ji bo ku ev lîsteya terorê ya neheq ji holê were rakirin, em ê hewl bidin.”