Şandeya HDP’ê ya ji Cîgirên Serokê Koma HDP’ê Pervîn Buldan û Îdrîs Baluken, û Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder pêk dihat, li Girava Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. Şandeyê derbarê hevdîtinê de daxuyaniyek da û diyarkir ku hevdîtin 4 saetan berdewam kiriye û Ocalan ji bo kesên di bûyerên 6-7’ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan sersaxî xwestiye û xemgîniya xwe nîşan daye. Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Ocalan wiha gotiye: “Divê ji îro û pêde hemû sazî û pêkhateyên li herêmê bi siyaseta demokratîk, aşitî û çareseriyê bawer in, bi berpirsyariyên xwe yên lêpirsîn û rûbirûbûnê nêzîkê meseleyê bibin. Pêwîst e ji bûyerên qewimîne ders bên derxistin, bi têgihiştina girîngiya mezin çareseriya demokratîk, lez bidin hewldanên bingehîn ên ji bo mûzakereyan. Erk û wezîfeya dikeve ser milê aliyan ewe ku huqûqeke saxlem û bi ewle di navbera her aliyan de bê avakirin. Ger ev yek neyê kirin, îhtîmaleke mezin heye ku ev pêvajoya ku em têde ne bi derbeyeke kûr bi dawî bibe. Lê ji bo hemû gel û baweriyên li ser vê axê vebijarka (tercîh) herî girîng divê demokrasiyeke bingehîn be.”

'15’ê Cotmehê qonaxeke nû ye´

Li gor agahiyên ku şande dan, Ocalan derbarê pêvajoyê de jî wiha gotiye: "Asta ku pêvajoya çareseriyê gihiştiye, bi şkestinekê re rû bi rû maye. Sedema vê ya herî girîng ev e ku di van pêvajoyan de hikûmet hewl dide pêwendiyên bi min re pêş dixe wek amûrbûneke mekanîk bide rûniştandin. Bi awayeke eşkere hatiye fêmkirin ku ev nêzîkatî ne li gorî giraniya meseleya ku em dixwazin çareser bikin e. Ev nêzîkatiya teng ku tu ximzetê ji çareseriyê re nake bi awayeke baş ji aliyê aliyan ve hatiye fêmkirin. Ez dixwazim bêjim ku em ji 15’ê Cotmehê ve gihiştine asteke girîng a pêvajoya çareseriyê yê ku pêşeroja me ya demokratîk û aşitiya mayinde ya herêmê ji nêzîk ve eleqeder dike û di vê pêvajoyê de hêviya avêtina pêngavên pratîk heye."

´Baweriya bi aştî û demokrasiyê´

Rêberê gelê Kurd di berdewamiya nirxandinên xwe de dibêje: "Bêyi windakirina demê, bidestxistina encamên pratîk ên vê hêviya ku me ji nû ve şîn kir, wezîfe û berpirsyariyên me yên herî girîng in. Di vê mijarê de wezîfe û berpirsyariyên gelek girîng dikeve ser milê alîgirên aşitî û demokrasiyê. Li ser vî esasî, ez civîna Aqilmendan û Konferansa Duyemîn a Aşitiyê ya li Enqereyê pêk hat û daxwazên ji aliyê van platforman ve hatin pêşkêşkirin girîng dibînim. Rastiya ku divê her kes baş fêm bike ev e:  Divê em dînamîkên ku wê rê li ber tunebûna me vebikin, berûvajî vebiguherînin. Tişta li vir pêwîst; baweriya bi aşitî û demokrasiyê, vîn û îradeyeke eşkere û pêngavên wêrek ên siyasî ne. Niha şansê me yê gihiştina çareseriyên gerdûnî heye, ger em vê hemleyê pêk neynin, wê herêma me di navbera hêzên ku tenê xwe weke navend dibînin de telef bibe. Em weke mirovên vê herêmê, jihevveneqetîna me deynê me yê dîrokî ye."

‘Kobanê mifteya çareseriyê ye´

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Ocalan derbarê berxwedana Kobanê de jî ev şîrove kirine: “Hemû rastiyên ez dixwazim di vê çarçoveyê de bibêjim, xwe di berxwedana Kobanê de nîşan dane. Rastiya Kobanê ku bûye navenda hemû nakokî, pevçûn û derfetên sedsala 21’an, bûye xwediyê wesfa mifteya çareseriyê. Berxwedana wêrek û destdanî ya li wê derê û geleê me yê ku xwedî li vê berxwedanê derdikeve, bi awayeke zanebûn û bi rûmet tevgeriyane. Ez di şexsê Nejat Suphî Agirsanli de hemû şehîdên ku ji bo vê vîn û îradeyê canê xwe dane û malbatên wan silav dikim. Tişta ku di şexsê Hevalê me Nejat Suphî de derketiye holê; bawerî û sedeqeta me ya ji bo pêşeroja hevpar a hemû gelên me ye."

´Li provakasyonan hişyar bin´

Ocalan derbarê provakasyonan de jî wiha got: "Divê neyê ji  bîrkirinku; pêşeroja demokratîk a  Rojhilata Navîn bi parastina vê nêzîkatî û vî ruhî pêkan e. Li şûna gotin û helwestên ku wê aşitiya herêmê bixe nava zoriyan, divê xebatên me yên ku em li ber ronahiya vê rastiyê dimeşînin, feydeke mezin bide aşitiyê. Ev yek neçariyeke dîrokî ye. Di vê pêvajoyê de, hêzên ku dixwazin pêvajoyê sabote bikin, weke mînaka li Çewlikê jî hate dîtin, dixwazin pêvajoyê vebiguherînin pevçûnan. Em tenê li hemberî van provakasyonan hişyar bin, wê ev yek ne bes be, divê tedbîr û mekanîzmayên ku rê nadin van provakasyonan bêne pêşxistin."

DIHA/ENQERE