Çeteyên Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyeyê û ENKS’ê yên ji aliyê AKP’ê ve tên birêvebirin, ji 16’ê Sibatê û vir ve êrîşî taxa Kurdan a li Helebê Şêxmeqsûd dikin. 

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin bidestxistin, di êrîşa çeteyan a pêr bi şev de jinekê jiyana xwe ji dest da û 5 sivîl jî birîndar bûn. 

Bi vê yekê re hejmara mirovên ji ber êrîşên çeteyan de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 19 kesan. Di van êrîşan de 75 sivîl jî birîndar bûn.


Gazên kîmyewî bikar anîn

Çeteyên ku li hemberê taxê êrîşên xwe didomînin doh gazên kîmyewî bikaranîn û gelek welatî bi jehrê ketin. Welatiyên birîndar rakirin nexweşxaneyê. Fermandariya Giştî ya YPG’ê beriya niha jî çend rojan ji Kordînasyona Şopandina Agirbesta Suriyeyê re name şandibûn û diyar kiribû ku çeteyan gazên kîmyewî bikar anîne. Lê heta niha tu hêzan dengê xwe ne kiriye.


2 endamên MÎT’a jî di nav de ye

Di nava çeteyên ku pêr li Şêxmeqsud di encama bersivdayîna hêzên YPG’ê hatine kuştin de, 2 endamên MÎT’a Tirk û 5 serçete jî hene.

Heman çavkaniyan destnîşan kirin ku ji 5 çeteyên endamên Lîwa Sultan Murat 2 çete Tirk in û navên Dogan û Aslan li xwe kirine. 


19 cenaze li taxê hate definkirin

Hêzên YPG/YPJ’ê jî bersiva tund dabûn çeteyan û pevçûnên dijwar qewimîn. Li gorî daxuyaniya Navenda Çapemeniya YPG’ê di pevçûnan de tankek û depoyek cebilxane ya çeteyan hat rûxandin, her wiha 36 çete hatin kuştin û 70 çete jî birîndar bûn.

Cenazeyên 19 welatiyên ku di êrîşên li ser taxa Şêxmeqsud de jiyana xwe ji dest dabûn, hatin definkirin. Cenazeyên 19 welatiyên ku di nava wan de jin û zarok jî hene û di êrîşên 5 û 6’ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest dabûn, li taxê hatin definkirin.

Hate ragihandin ku ji ber ku êrîşên komên çeteyan didomin û pevçûn hene, merasîmên cenazeyan nehatin çêkirin û cenaze li gorî derfetan li cihên cuda yên taxê hatin veşartin.


7 şervanên li Efrînê hatin oxirkirin

Cenazeyê 7 şervanên YPG/YPJ, Hêzên Asayîşê û Artêşa Şoreşgeran ku li taxa Şêxmeqsûd jiyana xwe ji dest dabûn, li goristana Şehîd Refîq hatin oxirkirin.

Bi hezaran şêniyên herêma Efrînê û navçeyên wê cenazeyên cangoriyan ji Nexweşxaneya Avrînê wergiritin û birin Goristana Şehîd Refîq a li gundê Metîna yê navçeya Şera. 

Li goristanê hêzên Asayîşê merasîma leşkerî li dar xistin.

Piştî merasîmê Serokê Desteya Parastinê Ebdo Îbrahîm, Cîgira Serokê Desteya Hundirîn Ferîda Ebdo û Endama Saziya Malbatên Şehîdan Sureya Hebeş axivîn û sersaxî ji malbatên cangoriyan re xwestin.

Axaftvanan bal kişandin ser berxwedana şervanên YPG/YPJ û Artêşa Şoreşgeran a parastina Taxa Şêxmeqsûd û şêniyên wê û ev berxwedan wek “bê hempa” bi nav kirin.

Piştî axaftinan nasnameyên şervanan hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin. Di dawiya merasîmê de, cenazeyên pakrewanan di nav tilîlî û dirûşmeyên girseyê de hatin definkirin. 


 ANHA/HELEB/EFRÎN






KNK: Bi ruhê neteweyî 


KNK’ê bi daxuyaniyekê her weha bal kişand ser girîngiya parastina Helebê ji êrîşên çeteyan û got, “Parastina Helebê ji bo Kurdan ji parastina Cizîr, Kobanê û Efrînê cuda nîne. Lewma Kurd divê bi ruhê neteweyî di çeperên parastina Helebê de mil bi milê hev ve bin.”

KNK’ê weke berpirsiyarê sereke yê krîz û şerê li Sûriyê îşaret bi rejîma dîktatorî ya baesê kir û got, êrîşkariya li ser Kurdan a li Helebê bêyî sebeb nîne. KNK´ê di vê qonaxê de parastina Helebê wekî erkekî welatparêzî bi nav kir û got, “Heleb ji aliyê dîrokî ve jî warê Kurdan e û îro jî Kurd bi nifûseke baş lê dijîn ku di navbera Rojavayê Kurdistanê (Cizîr, Kobanê û Efrînê) û Şamê de durêyaneke girîng û stratejîk e. Parastina Helebê ji bo Kurdan ji parastina Cizîr, Kobanê û Efrînê cuda nîne. Lewma Kurd divê bi ruhê neteweyî di çeperê parastina Helebê de mil bi milê hev ve bin.”




YPG: Êrîş didomin, 15 çete hatin kuştin


Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku êrîşên çeteyan ên li ser taxa Şêxmeqsud didomin û hêzên wan jî bersivên tund didin. Navendê destnîşan kir ku di 24 saetên dawî de 15 çete hatine kuştin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku êrîşên hevbeş ên komên çeteyan Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16’an, Lîwaa El-Fetih, Ceyş El-Mucahidîn, Kombûna Festeqim Kema Emert û Nûreddîn Zenkî yên li dijî taxa Şêx Meqsûd a Halebê berdewam dikin.

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êrîşên komên çeteyan di roj û şeva 6’ê Nîsanê de ji Seken Şebab, Seken Şikeyf, Muselles û rêya Kastello bênavber berdewam kirine û ev agahî hatin dayîn:  “Di encama êrîşên çeteyan ên bi topên hawan û cehenemê ku sivîl hedef digirtin de 4 hemwelatiyên me yên sivîl gihîştin şehadetê. Bi vî awayî di encama êrîşên çeteyan ên ku 5’ê Avrêlê destpêkiribûn û heta niha bi giştî 19 hemwelatiyên me yên sivîl gihîştin şehadetê.”

Di daxuyaniyê de hate gotin ku hêzên YPG’ê jî bersivên tund daye êrîşên çeteyan ên ji hemû cepheyan ve dihat lidarxistin û wiha hat domandin: “Êrîş hatin şikandin. Di şerên 24 saetên dawî de qasî hatiye zelalkirin 15 çete hatine kuştin û doçkayek 12,5 mm ya çeteyan jî hat ruxandin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku şervanekî YPG’ê ku ji bo şikandina êrîşên çeteyan bi wêrekî û fedekariyek mezin têdikoşiya, di şerên derketin de gihîşt şehadetê.