Gaziyên Rojava ku di xebatên parastin û têkoşîna li dijî çeteyan de parçeyekî canê xwe dane, xebatên xweperwedekirinê didomînin. Di vê çarçoveyê de Akademiya Şehîd Rizgar Wan dewereya 5ʹan a perwedeyê bi dawî kir.

Gaziyên Rojava ku her yek ji wan ji bo axa welêt xwîna xwe rijandiye û perçeyek ji laşê xwe daye, tevî birîndarî û rewşa gazîbûnê jî ji bo avakirina pergala Netewa Demokratîk, Rojavayê Azad û Sûriyeya Federal bêsekin xebatên şoreşgerî didomînin. Yek ji van xebatên esasî jî perwerde ye. Gaziyên Rojava ji bo ku hîn çalaktir tevlî xebatên şoreşê bibin xwe perwerde dikin û li qadên têkoşînê xebatên avakirinê didomînin.

Di vê çarçoveyê de di Akademiya Şehîd Rizgar Wan a Gaziyên Rojava de dewreya 5ʹmîn a Gaziyên Rojava bi merasimekê bi dawî bû.

Merasim bi deqeyek rêzgirtina dest pê kir. Piştî ku Gaziyên Rojava soza xwe dan merasim bi şahî û govendê dewam kir. Di merasimê coş û morala gaziyan mohra xwe li şahiyê xist. n NAVENDA NÛÇEYAN