Birêz Sirri Sakik bi êșa dilê bavitiyê, bi hêviya di rewșa hezinitiyê de bikane dilê dilkevirekî bêîman nerm bike, ku tu kes êșa zarokê xwe nekișîne, daku bi wê wesîleyê ev xwîna tê herikandin raweste, bi dileke hûmanîst, bi mirovheziya kurdî ji TR Erdogan xwest ku ew rêya xirabiyê berde û bibe „ezîz!“ Ez birêz Sirri Sakik pirr baș fêm dikim, ew tim li șînan li gel dilê dayîk û bavan e, di encamê de bixwe jî ew êș jiya! Ez êșa wî û birîna wî ji dil parve dikim û jê re sersaxî û sebrê dixwazim.
Lê peyva „ezîz“, ezîziya așitiyê, ezîziya mafên gelan nasînê, ezîzîya kêșeya neteweyekê çareserkirinê, ezîziya mirovbûnê erk û barekî pirr giran e, ne karê her kesî ye. Berê her tiștî ev diyardeya payeberz mirovbûn, wîjdan, merhemet, inteligenzî, duristî û kamilbûneke têr dixwaze. Ji van meziyetan yek jî li ba Made in TR Erdogan tune. Li ba wî tenê rik, daxesî, derew û azwerîya gihîștina ser erkê padîșahiyê, ew nebû, bi kêmasî pêpilika serok-komariyê heye. Ji bo vê jî ew ji her xirabiyê re amade ye. Hetanê piçek jî hêviya wî hebe, wê bi mîlyonan bide kuștin, daku ew bikane biserkeve. Eger yek mûyekî merhemetê lê hebe, dê yek saetekî jî ew Idris Naim Șahîn ê xwînxwarê fașîst li ser kar nehîșta.
Bala xwe bidinê; ji gelê tirk jî șerm nake, di TRTyê de konvoya eskerên kuștî jî, wek reklam ji bo xwe û partiya xwe bikartîne. B.E li Pozantiyê rastê tecavuza qehremanê wî hatibû, li pey sirgûnê wan bi êșkenceyê ew teșfikê xwekuștinê dan kirin. Êșkenckaran jî bide terfikirin, Serkeftina xwe û kabîneya xwe di kuștinan de bibîne, ma miroveke wiha çawa dikane bibe „ezîz“?
Tev cihan dizane ku bi fermana wî, bi fînansa wî (carekî ji butçeya serokweziriyê gaz kirîbû), bi tilîlibakirina wî bi milyonan ton gaz li kolan û kuçeyên bajarên welatê me hate reșandin, ax û rêbaya welatê me hate jehrkirin, bi dehan zarokên me bi gazên wî jiyana xwe ji dest dan, tendûristiya mirovnên me hate xirakirin.
Ma tiștekî me, aliyekî me, nirxekî me yê rastê êrișa gaza wî nehatiye, maye? Ez bawer dikim, zimanê qedexe bi tipên xwe yên Q,W,X mabû, di encamê de ew jî rastê êrișên gaza wî hat. Roja hevdehê rezberê zebaniyên wî yên bi îmana feto bi bombeyên gazê di ser konê zimanê kurdî ya li Silopyayê ku bi hêla TZPê ve hatibû vekirin re girt. Zimanê me jî para xwe ji gaza wî ya hîtlerî birînekê wergirt, ji wê biwêja “Serokwezîrê Gazîz” kete zimanê me. Ev roj roja destpêka dibistanên dagirkerên tirk bû, zarokên kurdan dibistan boykot kiribûn. Di binê wê konê zimanê kurdî de bi sedan zarokên kurdan sembolîk dersa zimanê kurdî didîtin. Wan xwînxwar û gazrijînêrên Erdogan ew gaza reșand ser ziman û zarokên me.
Di heman rojê de vê carê bombeyên wî yên gazên jehrîn berê xwe da gelê Antakyayê, yên ku dixwestin tașeroniya wî ya ji bo șerê li Rojhilata Navîn protesto bikin. Li wir jî bi bombeyên gazê hetanî navenda nexweșxanyê çû! Li pey her axaftin, her gotinên wî bombeyên gazê tên amadekirin. Jixwe dibêjin; li gor yasayên wî yên dizî, kîjan polês çi qas gaz bavêje, ew ew qas zêde pere distîne.
Carê li dîroka cihanê binêrin; tenê navê du kesan bi peyva gazê re tên bikaranîn. Yek navê Hîtler û yek jî yê Erdogan e. Mussolonî, Franko, Somoza, Pînochet tev de fașîst bûn. Li ber navên wan kuștin, bêdadî, cinawirî heye, lê peyva “gazê” tune. Tenê Hîtler gaz bikaranî, bi wê mirov qetikirin û yek jî Erdogan ji bo kuștina mirovan gazê dide bikaranîn. Ango navê wî “Gazîz” e “Gazîz.”
Ev serokwezîr ji ber kesayetiya xwe ya ne kemilî, ji entelektuelî dûr û bi kompleks tijî, dixebite ku kêmasî û xetayên xwe yên ji ber kesayetiya xwe ya ne di pijandina zanista peywir de; bi rant, zor, kotek û gazê telafî bike. Ji bo wî gaz; xwe parastin û pejirandindayîn e. Dema mirov ji kesayetiyên wiha bi proplem hin hêviyan bike, yan jî ji kesayetiyên wihara bibêje; “di destê te de hêz û quweta ku tu bikanî pirsgirêkan çareser bike, heye;” ew jî xwe tiștek dihesibînin, jiwê jî hê zêdetir har û zalim dibin! Divê mirov ji kesên wiha re tenê vê gotinê bibêje. “Hoot! Raweste! De here, li ser qûna xwe rûne!”
Bala xwe bidinê; hem li aliyekî dibêje: “Birayê min ê kurd!” Li aliyê din jî cudawaziyê dike û dibêje: Tu li gel min î, yan li gel wan î? Ev çawa dibe? Gava yek birayê mirovan be, zarokên wî jî biraziyê mirovan e. Ew gulle û bombeyên gazê li dij kê bi kar tîne? Li dij kurdên ku ew jê re birayên min dibêje!“ Ango dek û dolab û sextekarî!
Bi gotineke gelek kurt mirovên hemû cihanê jî bikane bibe „ezîz“; ew bi rijandina xwînê bûye kûjêr û bi reșandindayina gazê jî êdî bûye gazîz, wê ew ê tu carê nikanibe bibe ezîz!
Gazîz nabe Ezîz