Civîn li navenda Partiyê ya li taxa Xerbî ya Qamişlo pêk hat. Gedo da zanîn ku ENKS'ê ji ber kiryarên partiyên Yekîtiya Siyasî ji xeta xwe derket û wiha got:'' Partiyên Yekîtiya Siyasî ku di nava ENKS'ê de komik avakirine bûne mîna mîxekî di pêşiya xebatên Encumenê de. Partiyên Yekîtiya Siyasî her tu carî ji yekîtiya kurdî re kar ne kirine û di demên dawî de bûne sedema ku Encumen felic bibe. Gedo, destnîşan kir ku hemû hêz û kesên tevliheviyê û nakokiyan derbixin dijminên gelê Rojava ne.


Em li pişta xweseriyê ne

Der barê tevlîbûna wan di nava rêveberiya xweseriya demokratîk de Gedo, got ku partiya wan bi îradeya xwe ya azad tevlî nava rêveberiya xweseriya demokratîk bûne û wiha dom kir:'' Rêveberiya xweseriya demokratîk ji bo xizmeta pêkhateyên Rojava hatiye damezirandin û partiya me dê tu carî dest ji xebatên xwe yên di nava rêveberiyê de bernede.''

Peyman li kû ma?
Der barê tevlîbûna şandeya ENKS'ê ya civîna Cenevre 2 ya di bin sîwana Koalîsyonê de Gedo, civîna Hewlêrê ya di navbera herdû meclîsan MGRK'ê û ENKS'ê bibîr anî û wiha got:'' Tevlîbûna şandeya ENKS'ê di bin sîwana Koalîsyonê de li dijî peymana Hewlêr bû,  ji ber ku hemû aliyan li ser tevlîbûna kurdan bi şandeyeke serbixwe lihevkiribûn. Tevlîbûna civînê di bin sîwana Koalîsyonê de bin ket û nikarî bû heta niha prisgirêka kurd bike mijarên civînê.'' Der barê biryarên ENKS'ê yên li ser tevlîbûna partiya wan di nava rêveberiya xweseriya demokratîk de Gedo, da zanîn ku ENKS'ê bi xwe jî bi rêveberiya xweseriya demokratîk re bûn û wiha dom kir:'' Niqaşên wan ên niha li ser tevlîbûna partiya me ya di rêveberiya xweseriya demokratîk de li dijî biryar û nerînên wan ên berê li ser rêveberiya xweseriya demokratîk in.''

Dê xebatên me bidomin

Di dawiya civînê de Gedo bersiva pirsên Rojnemavanan da û diyar ku ku daxuyaniya li ser navê partiya wan derketibû ne raste û got ku ew daxuyanî ji aliyê hin kesayetên li derveyî Rojava derketine û wiha dawî li axaftinên xwe anî:'' Kesên daxuyanî dane bi fermana hêzên ku xêra gelê kurd naxwazin daxuyanî weşandine û armanca wan ji wê yekê ew e ku tevlîbûna me ya di nava rêveberiyê de reş nîşan bidin. Partiya me bi awayekî aktîf di nava rêveberiyê de cihê xwe girtiye û heta dawî wê xebatên xwe bidomîne''

ANHA