
Êzîdiyên devera Nisêbîn û Midyadê salên 1980’yî koçberî Ewrûpayê bûn û gund û warên xwe bi cih hiştibû. Hin ji wan vegeriyan gundê xwe yê li Nisêbînê û avahiyeke 2 qatî ava kirin. Şaredariya ku destpêkê got, “Pirsgirêk nîne”, piştre înşaet mohr kir. Vê jî têrê nekir, 800 hezar Euro pere ji Êzîdiyan xwestin û gotin, “Heke hûn nedin em ê we bikujin.” Gundê Efşê yê li quntara Çiyayê Bagokê ye û di nava tixûbên navçeya Mêrdînê Nisêbînê ye, welatiyên Êzîdî xwestin gundê xwe ji nû ve ava bikin, lê tişta nehat serê wan nema. Li gund berê 130 mal hebûn û qederê 500 kesî li gund diman, ji ber bûyerên di salên 1980 û 1990’î de, welatiyan ji gund koç kiriye. Hin malbatan koçî Ewrûpayê kirî, par li ser banga “Projeya Vegera Gund” xwestin vegerin gundê xwe.

Berî bi 3 salan vegerê dan
Gundê ku berî 100 salî hatiye avakirin, bi tevahî hatiye rûxandin, Êzîdiyên ku berî 3 salan li Ewrûpayê kom bûn. Ji bo gundê xwe ji nûv e ava bikin, weke destpêkê biryar dan ku maleke 2 qatî ava bikin. Li ser biryarê hin Êzîdî vegeriyan bajêr û ji bo avakirina malan dest bi xebatê kir. Keyayê gund, Omer Yumuşak jî di nav de qederê 10 Êzîdiyan, ji bo destûra avakirina malan bigirin, serî li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê da, ku qeyûm ew desteser kiriye.
Welatiyên Êzîdî da zanîn ku destpêkê gotine, “Ji bo tapûya we tine, em nikarin destûrê bidin, lê hûn dikarin malên xwe yên rûxiyayî ava bikin. Pirsgirêk tine”, berî 2 mehan dest bi lêkirina avahiyekê dikin. Dixwazin vê avahiyê di heman demê de weke mala şînê jî ava bikin. Gundî ji hêlekê ve ji bo tapuyên xwe bigirin, bi rêya parêzer miracaet dikin. Piştî ku înşaetê dest pê kir, li ser “gilîkirinê” ekîbên şaredariyê 7’ê Cotmehê diçin gund û înşaetê mohr dikin.
800 hezar Euro xwestin
Ruxmê mohrkirinê jî welatiyên Êzîdî xebatên avahiyê dewam kirin, lê pirsgirêkên wan neqediyan. Êzîdiyên ku biryara vegera gund dan û hatin serdana gundê xwe, gundê li nêzî gundê wan e û zêdehî cerdevan lê dimînin, gef li Êzîdiyan xwarin. Welatiyên Êzîdî da zanîn ku bi xebata avahiyê re gef û êrişên li dijî wan zêde bûne, û piştrast kirin ku 800 hezar euro pere ji wan xwestine û gefa kuştinê li wan xwarine.
‘Em dixwazin vegerin xaka xwe’
Muxatarê gund, Yumuşak diyar kir ku H.Ç. ji gundê cîran gefa kuştinê li wan xwariye û got: “H.Ç. bavê Alîkarê Waliyê Mêrdînê, Bahatîn Çelîk e û di ser kurê xwe re gefan dixwe. Dibêjin, yan hûnê pere bidin û yan jî em nahêlin hûn karê xwe bikin. Divê her kes vê yekê zanibe. Heke rewşeke li dijî hiqûqê hebe bila tişta pêwîst bikin, lê me tiştekî derveyî hiqûqê nekiriye. Em dixwazin vegerin ser axa xwe. Em vê jî di çarçoveya qanûnan de dikin.”
Yumuşak herî dawî xwest der barê kesên ku gefan li wan dixwin, lêpirsîn bê destpêkirin û got ji bo qeydên tapuyan çêkin bi parêzeran miracaetên wan dewam dikin.
MA / MÊRDÎN