Nerazîbûna li dijî qetilkirina Wedat li Başûr û derveyî welat zêdetir bû. Lê belê heta niha kujer nehatine girtin û darizandin. Birayê Wedat, Ebdulrehman Hisên ragihand ku ji ber wî bi caran PDK wek berpirsyarê qetilkirina Wedat binav kiriye, bi caran gef lê hatiye xwarin. Ebdulrehman got: “Çend roj in gef li min tê xwarin. Ji min re dibêjin çawa me Wedat kuşt, em ê te jî wisa bikujin.”
Di peyamê de bi rêya telefonê ku ji Ebdulrehman re hatiye, wiha tê gotin: “Me hezar carî tu hişyar kiriye ku li ser qenalên ragihandinê PDK’ê wek kujer nîşan nede. Kuştina te ji av vexwarinê hêsantire. Em carek din ji te re dibêjin, tu xulamê PDK, Asayîş û Parastinî, ger ne wisa be, Guleyek...”
Di peyamek din de ji Ebdulrehman re tê gotin: “Ev peyama dawî ye ji bo te. Tu xwe bêdeng nekî, em ê te bêdeng bikin.”
Ev gef û tedîd di demekê de ye ku birayek din ê Wedat Semed Hisên beriya niha gotibû: “PDK dixwaze bi sulha eşîrî dosyaya Wedat bigre.”
SORAN HISÊN
ROJNEWS