Gefên dewleta Tirk a li dijî pêkhateyên Bakur û Rojavayê Sûrî dawam dikin.

Yekitiya Êzidiyan a Kantona Efrînê, Mala Êzidiyan a Cizîrê û Kombenda Êzidiyên Sûriyê li Elmanyayê der barê gefên dewleta Tirk de daxuyaniyeke hevbeş dan.

Daxuyanî li Kampa Serdem a Şehbayê hat dayin. Sazî û rêxistinên êzidiyan ên li hundir û derveyî welat ji raya giştî ya cîhanê xwest ku li dijî planên Tirkiyê yên li dijî bakurê Sûriyê berpirsyariyên xwe bi cih bîne.

Tirkiye DAIŞ`ê wek teror nabîne

Wekî din di daxuyaniyê de îşaret bi biryara vekişîna hêzên Amerîkayê û gefên dewleta Tirk jî hat kitin û hat gotin: “Tirkiyê hema piştî daxuyaniyê got ew ê Kurdan li bakurê Sûriyê binax bikin. Ev rastiya hişmendiya Tirkiyê diyar dike. Tirkiye DAIŞ`ê wek teror nabîne, lê ew li dijî hêzên demokratîk ên di bin banê QSD`ê de û Kurd, Ereb, Suryan, Asûr û Tirkmenan şer dike.”

Hicaba îslamê didin serê jinan

Daxuyaniyê bal kişand ser metirsiyên li dijî Êzidiyan û rewşa Êzidiyên Efrînê û wiha hate gotin: “Gundên me bûne cihê komên tundraw, bi darê zorê welatiyên me dibin mizgeftên ku li gundên me vekirine, hicaba îslamê bi darê zorê li jin û keçên me dikin, navên gundên me guhertin.”

Qedexeya asmanî lazime

Sazî û rêxistinên Êzidiyan bang li cîhanê kir ku Êzidî û hemû pêkhateyên herêmê biparêzin û li dijî siyasetên dewleta Tirk berpirsyariyên xwe bi cih bînin û li herêmên bakurê Sûriyê qedexeya asmanî pêk bînin.Her wiha di daxuyaniyê de ji dewleta Sûriyê hate xwestin ku sînorên xwe biparêze û rê li pêşiya dagirkeriya Tirkiyê bigire.

 

ŞEHBA