Welatiyê bi navê Semîr Bekê jî biryarên ku ENKS bi serê xwe digire jî li dijî daxwaza gelê Kurd dît û ev tişt got: “Me ji ENKS’ê hêvî nedikir ku van biryaran bigre, Biyarên wan li dijî hemû gelên Rojava ne.”
Bekê da zanîn ku di demek ku behsa Kongreya Netewî ya Kurdistanê tê kirin de, ENKS biryarên li dijî yekitiya Kurdan digire û wiha got: “Biryarên ku hatine girtin, ne biyarên hemû partiyên ENKS’ê ne. Biyarên hatine girtin PDK li ser ENKS’ê ferz kirine.” Welatiyên ji Serêkaniyê jî biryarên ENKS’ê yên dawî şermezar kirin. Mamosteya Zimanê Kurd Xalid Ayana da xuyankirin ku bi dehan sal in partî, rêxistin û hemû gelê Kurd banga yekitiya Kurdan dikin û ev tişt got: “Îro ENKS xwe ji Desteya Bilind a Kurd dûr dixe û tevli Koalîsyonê dibe. Her wiha dixwaze di nava koalîsyona ku qet mafê Kurdan nasnake de beşdarî civîna Cenevre- 2 bibe. Ev îxaneta bi gelê Kurd û îradeya wî re ye.”
AMÛDÊ/SERÊKANIYÊ