Li Geverê jî çekdarên dewletê tevî hêza xwe ya eskerî xwest bikevin nava taxan û li ber berxwedanê şikestin, ji ber vê jî êrîşî stûnên têlên elektrîkê kirin. Li Kerboranê dewletê bi vîna berxwedanê nekarî lê heta bi sewalan jî êrîşî her deverî kir. Kerboranî bi biryar in ku navçeya xwe ji nû ve ava bikin.
Silopiyayî ev 18 roj in ku ji aliyê dewletê ve hatine dorpêçkirin û rastî terora hêzên çekdar ên dewletê tên. Li dijî vê zilmê û dorpêçê xelkê navçê daket kolanan. Parlamenter Aycan Îrmez di çalakiyê de axivî û banga piştevaniyê li gelên Tirkiyeyê kir. Di nava çalakgeran de parlemanterê HDP´ê yê Şirnexê Ferhat Encu jî hebû.
Parlamentera HDP´ê ya Şirnexê Aycan Îrmez got, dewlet li Silopiya û Cizîrê sûcê li dijî mirovahiyê dike û weha peyivî, “Mixabin heta niha me nekariye 14 cenazeyên xwe veşêrin. Îşkenceyê li cenazeyên me jî dikin. Qesrê niha bi awayekî fermî şer li hemberî gelê xwe daye destpêkirin. Tevî ku hiqûqa şer jî heye, mixabin li hemberî Kurdan ti qanûn, ti hiqûq derbas nabe.”
Îrmez ji bo kesên ji xwe re dibêjin ‘demokrat û mirov’ jî got: “Eger hûn îro xwedî li gelê Silopiya, Cizîrê, li gelê Kurd dernekevin, sibe ev bûyer wê bi serê we de jî were. Werin em bi hev re dawiyê li vî şerî bînin. Bi berxwedanê em dikarin şerê qesrê bisekinînin.”
Li navçeya Colemêrgê Geverê, hêzên dewletê xwestin bikevin nava Taxa Cûmhûriyetê. Dema gel li ber xwe da, hêzên dewletê vekişiyan. Li dijî êrîşan gel nobetê digire.
Nikarîn bi gel çûn stûnan
Tîmên taybet ên Tirk ku doh danê sibehê hewl dan bikevin nava taxa Cûmhûriyetê, ji ber berxwedana gel nikarîbûn bi eqarê taxê jî bikevin, li ser vê di ser rêya Şemzînanê ve hewl dan bikevin nava taxê û gule li nava taxê reşandin.
Hêzên dewletê bi gelek maşîn û kepçeyên zirîhpoş jî nekarîn berxwedanê bişikînin û ew bi xwe şiketsin û terqiyan. Ciwanên li ber bendên xweparastinê bersiv dan hêzên dewletê. Piştî şerekî demkurt maşînên zirîpoş ên dewletê ji deverê vekişiyan.
Tîmên taybet ên ji wan nehat bikevin nava taxê, trafo û dîrekên elektrîkê yên li pêşiya taxê bi kepçeya zirxî hilweşandin. Piştî ku dîrek hatin hilweşandin, elektrîka li taxê jî qut bû. Têlên ceyranê yên li erdê tehlûke ne ji bo jiyana mirovan.”
Kerboranî dest bi ji nû ve avakirinê dikin
Li Kerboranê 19 rojan li dijî êrîşa dewleta Tirk li ber xwe da û di encamê de “qedexeya derketina derve” hat şikandin. Niha xelkê navçê zend û bendan badide ji bo xebatên ji nû ve avakirinê. Gel bi derfetên xwe û bi piştgiriyê, cih û warên xwe ji nû ve ava dike.
Li navçeya Mêrdînê Kerboranê, piştî şikandina êrîşên dewletê jî hîna gelek taxên navçê bi maşînên zirîpoş hatine dorpêçkirin. Nexasim jî li derdora taxa Safa, li gelek kolanan maşînên zirîpoş hatine bicihkirin.
Texrîbata êrîşên dewleta dagirker piştî 19 rojan xuya dikin. Gelek malên li pêşiya taxa Safa, ji ber bomberdûmana dewletê xera bûn, dîwarên gelek ji wan malan ji ber êrîşa bi çekên giran qul bûn. Li navçeyê bi dehan mal hilweşiyan, gelek jê veguherîn xirbe. Bi sedan sewalên li taxê jî ji ber êrîşa bi çekên giran a hêzên dewletê, telef bûn.
Mizgefta Mûcûr Safa ya li taxa Safayê, ku hemû camên wê şikestî ne, yek ji avahiyên ku herî zêde zerar dîtî ye. Gel nerazîbûn nîşanî dewletê da û got, “Hedefa wan a destpêkê, dîsa mizgeft bû. Bi vî rengî, bi xwînxwarî êrîşî mala Xwedê kirin. Cihê vê di dîn de nîne.”
Li navçeyê xebatên ji nû ve avakirinê dest pê kir. Bi rêxistinbûyîna komunal welatî hewl didin dîwarên hatine hilweşandin lê bikin û şibakeyên xwe çêkin.
NAVENDA NÛÇEYAN