Jinan diyar kirin ku êrîşa li hemberî siyasetmedar û şoreşgerên Kurd êrîşek hovaneye û wiha hat bilêv kirin: “Ev êrîş ne tenê li hemberî van kesayetan hatiye pêkanîn. Di kesayeta van sê siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de li hemberî têkoşîna gelê Kurd a ji bo azadî û aştiyê hatiye kirin. Lê bila dijminên Kurdan baş bizanibin ew ê bi van êrîşên hovane tucarî nikarin têkoşîn û xebata gelê Kurd a ji bo azadiyê têk bibe.”
Her wiha di dawiya daxuyaniyê de ji dewleta Fransa û hêzên ku dibêjin em mafên mirovan diparêzin hat xwestin ku demek ji ya din zûter kujerên komkujiya sê siyasetmedarên Kurd ên jin aşkere bikin. Di destpêka meşê heta dawiya meşê sloganên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bijî Yeketiya Gelê Kurd’ hatin berz kirin.
DIHOK