Di 3 mijaran de mutabakat
Unsal berî têkildarî xebatan de nirxandinê bike, xwest ku du tesbîtan bike û wiha axivî: "Yek, mirovên kesên di rewşên asayî de nedihatin cem bi minaseta van civînan hatin cem hev. Ev yek ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û ji bilî xwe kesên din jî ferqkirin tercubeyekî gelek baş bû. Ya duyemîn jî di van civînan de gelek mijarên girîng hatin nîqaşkirin. Li herêmê li ser hinek mijaran sedî sed mutabakat heye. Hemû kes li ser 3 mijaran li hev tê. Ev yek perwerdehiya zimanê zikmakî, du, wateya hemwelatîbûnê û ya sêyemîn jî zêdekirina peywirên rêveberên herêmî ye."
'Ji bo Roboskiyê lêborîn divê'
Unsal, bilêv kir ku gelê herêmê li benda gavên baweriyê zêde bikin û di rapora amade bikin de dê li ser 5 beşan pêşniyaran bikin û wiha axivî: "Bi taybet bendewariya girtiyên KCK'ê serbest bên berdan heye. Dîsa di mijara Roboskiyê de bendewarî heye. Qet nebe lêborîn bê xwestin û Serokwezîr Erdogan biçe wir. Navên gundan bên guherîn, Şertên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên sererastkirin. Dema van hemûyan gelek girîng e. Beşek ji wan divê guherîna makezagonê pêk bê. Hinek divê zagon bên guherîn. Hinet têkildarî dadê û guherîna dadê re ne. Ev bi guherînên dem dirêj dê pêk bên. Dîsa di aliyê îdarî de yên bên kirin hene. Guharîna navên gundan bi mekanîzmaya îdarî dê pêk bê. Guhrîna navên bajar û navçeyan bi zagonê ye ji ber vê yekê tişt niha bê kirin ev e. Ev hemû gavên niyeta baş in. Em dê di vê qadê de ji hikûmet û siyastemedarên din re li ser 5 beşan pêşniyaran bikin. Em dê çavdêriyên xwe li ser vê yekê şîrove bikin."
Şertên Rêberê Gelê Kurd
Unsal, bilêv kir ku li herêmê di mijara lêpirsîna samimiyeta hikûmetê de nexwestin tu tiştan bînin ziman û ev yekê dê bibin nirxandinên subjektîf lê berpirsiyariya wan a pêşniyarên objektîf bikin heye. Unsal, destnîşan kir ku li herêmê ji bo şertên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên sererastkirin daxwazên cidî hene û wiha pê de çû: "Ocalan niha rewşa xwe nayne rojevê. Lê di niyetê de teqeze daxwaz şert bên başkirin heye. Divê bi şiklekî ev di raporê de bên dîtin. Disa têkildarî rewşa gerîla de bendewariyek heye. Xizmên wan ji ber gotinên bila derkevin biçin nerihet in. Di dawiyê de zarokên vî welatî ne dê ku de biçin. Heke cihek hebe biçinê ew jî welatê wan e. Divê ev yek bi zagonê bi çareserkirin."
Bi cerdevanan re jî hevdîtin
Unsal, anî ziman ku yek jî têkildarî rewşa cerdevanan re jî bendewariyek heye û wiha axivî: "Cerdevanî jî êdî piştî pevçûn bi dawî bûn dê çekên xwe teslîm bikin. Divê têkildarî vê mijarê de polîtîka bên meşandin. Ji ber ku nifusekî cidî ya cerdevanan heye. Me bi cerdevanan re jî hevdîtin kir. Malbat û xizmên wan hene. Pirsgirêka cerdevaniyê gele cidî ye. Wan jî got heke ew dixwazin dest ji çekan berbibidin. Wê demê jî dê pirsgirêka îstîhadamê derbikeve. Divê pirsgirêka cerdevaniyê bi tememî ji ber tercîha bîrdozî hate kirin neyê dîtin. Divê ew bên îstîhdamkirin."
Unsal, da zanîn ku ew dê wan pêşniyar û daxwazan bikin rapor û pêşkêşî hikûmetê û muhatabên siyasî bikin.
DÎHA/ENQERE