Tevgera gel a li Iraqê dixwaze çalakgerekî bike Serokwezîr.
Roja Yekşemê careke din li gelek bajarên Iraqê çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin. Li bajarê Kerbela yê li başûrê welêt ku ji bo Şîa bajarekî pîroz e, xwendekaran wêneyê çalakgerekî bi navê Alaa el Rîkabî hildan û ji bo serokwezîriyê pêşniyar kirin. Rîkabî ku dermankarek e, li bajarê Nasiriyeyê yek ji fîgurên tevgera protestoyê ye.
Li ser Twîtterê bi deh hezaran aboneyên Rîkabî hene. Bi rêk û pêk dîmenan parve dike. Roja Pêncşemê di dîmenê dawî de ji bo pêşniyaza serokwezaretiyê got, “Eger gel bi vî rengî biryarê bide, ez ê qebûl bikim. Ti nirxê vê wezîfeyê ji bo min nîne, ne armancek e, lê belê weke berpirsyariyeke mezin dibînim.”
Beriya Rîkabî Fayîk El Şeyh Alî yê lîberal ji bo avakirina hikumetê bûbû namzet, lê belê Serokwezîr bersiv nedabû wî.
Tevî ku Mûhammed Allawî yê weke Serokwezîr hatiye destnîşankirin hewl dide hukûmetê ava bike jî xelk çalakiyan dike û dixwazin namzetên xwe weke serokwezîr bibînin.
Tevgera protesto ji 1’ê Cotmehê ve dewam dike. Ji hingî ve nêzî 500 çalakger hatine kuştin
ANF/BEXDA